Serrûpel Nûçe 20 hezar kes beşdarî Festîvala Serxwebûna Kurdistanê bûn (vîdyo-foto)

20 hezar kes beşdarî Festîvala Serxwebûna Kurdistanê bûn (vîdyo-foto)

Belav bike

Festîvala Serxwebûna Kurdistanê, li Almanya bajarê Kolnê bi serkeftineke mezin bi rêve çû.

Nêzîkî 20 hezar kes ji hemû bajarê Almanya, Frensa, Skandanavya, Belcîka, Hollanda û gelek cihên din di Festîvalê de amade bûn.

Polîsan gotin, tu pirsgirêk derneketin û gelekî baş birêve çû.

Ji ber zêdebûna hatina xelkê, cih li meydana festîvalê nema û bi hezaran kes di nava kolanên derdora meydayê ve belav bûn.

Koordînatorê giştî yê Festîvalê Akif Hesen, diyar kir ku ew gihiştine armanca xwe.