Hinek çavkaniyên medyayî yên ser bi Artêşa Azad ve, li bakurê Helebê ragihandine ku berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, general Telal Silo ji HSDê cuda bû.
Li gorî heman çavkaniyan, Ebdulla Helawe, ku efserekî Firqeya Elhemze ye û Ebû Elfarûq ku efserê Lîwaya Elşemale, ragihandin ku Telal Silo ji HSDê cuda bûye.
Bi gotina van çavkaniyan, cudabûna Silo, îro çarşemê 15ê Mijdara 2017an, bi hevahengî bû ligel hêzên Mertala Ferat, bi alîkariya istîxbarata Tirkiyê, saat 5 û nîv ji Munbicê gihişte Cerablusê.
Ne HSDê û ne jî Telal Silo di derbarê vê yekê de tu daxuyanî nedan, ne jî behsa wê kirine ku ew nûçe rast yan derew e.
Talal Silo berdevkê HSDê bû û yek ji kesayetiyên navdar bû di nav rêzên HSDê de.
Hate idîakirin ku ew duh bi alîkariya istîxbarata Tirkiyê ji HSD cuda bûye û niha li ser sînorê Tirkiyê li Cerablusê ye û wê berdevkê berê yê YPG Rêdûr Xelîl cihê wî bigire.