Serrûpel Foto Keçeke ji Helebê ji bo peran li Almanya hevalê xwe bi kêrê...

Keçeke ji Helebê ji bo peran li Almanya hevalê xwe bi kêrê kuşt – foto

Belav bike

Îro dadgeheke Almanya bi sûcê ku hevalê xwe kuştiye, keçeke ji Sûriyê ji bajarê Helebê ya 18 salî bi navê Santa Mariya bi 9 sal û nîv mehkûm kir.

Keça bi navê Santa Maria ya 17 salî, hate tewanbarkirin ku wê bi alîkariya diya xwe Intîsar ya 38 salî û xortekî bi navê Mihemed, hevalê xwe yê berê Ferhad yê 30 salî ku ji Afganistanê ye bi kêrê kuştiye.

Ferhad ji 2015 ve wenda bûbû, û keça ku ew kuştibû bû itîraf nekiribû, birayê wî li cem polîsan gotibû ku Ferhad wenda bû ye, polîs lê geriya bûn, piştre laşê wî dîtibûn.

Santa Maria û kesê bi navê Mihemed, li ser navê Ferhad 10.500 hezar Euro jî ji bankê kişandibûn û piştî ku ew kuştibûn otomobîla wî jî biribûn.

Îro her sê kesên ku destê wan di kuştina Ferhad de hebû, bi destê kelepşekirî derketin pêşbberî dadgehê.