Wê rojê ez li sînemayê bûm.
Gala fîlmekê hebû.
Ez ji bo galayê hatibûm vexwnedin.
Ez bawer dikim hûn agahdar in.
Ev çend roj in, fîlma Şiyar Ebdî li Almanya di sînemayan de ye.
Fîlma MEŞ, ku li bakurê Kurdistanê hatiye kişandin û li Almanya hatiye montajkirin û koproduktiona wê şîrketeke almanî dike, jiyana dînekê bi navê Xelîl tîne ser perdeya spî.
Xelîlo dînek e. Ji bajarê Nisêbînê ye. Nisêbîn li bakurê Kurdistanê li kêleka Qamişlo ye.
Xelîlo naaxife. Çima naaxife pir nayê zanîn. Gelo ji ber ku nerazî ye naaxife? Ji ber ku hez kiriye û hezkirina wî neçûye serî naaxife? Ji ber ku civakê protesto dike naaxife? Ji ber ku civak ne li gora wî naaxife? Ji serî heta dawiya temaşekirina fîlmê, pir zehmete mirov bikaribe bersiva wan pirsan bibîne.
Yek ji taybetmediya Xelîlo jî ewe ku ji şefeqê heta nîvê şevê di nava kolanan re bi lez diçe û tê û cixareyan ji devê xelkê derdixîne.
Dost û hevalên Xelîlo yên herî nêzîk zarok in. Ji nava wan zarokan jî Cengo pir nêzîkî wî ye.
Ez pir behsa çîroka Xelîlo û naveroka fîlmê nekim. Hûn bi xwe bibînin baştir e.
Ew bi teknîka Hollywoodê nehatiye kişandin. Ew yekemîn fîlma dirêj ya derhêner e. gelek dîmen û diyalogên balkêş, drama-komedî têde hene.
Derhêner Şiyar Ebdî bi bi îmkanên pir kêm kişandiye û ji bo sînemayê amade kiriye.
Wî pere deyn kirine, nanê zarokên xwe ji devê wan derxistiye, ji vî alî ji wî alî pere anîne, dost û hevalên xwe xistine tengasiyê, li her deriyekî daye ku texmîn kiriye wê alîkariyek jê were diranên xwe şidandine û bi navê MEŞ fîlme ji me re amade kiriye û vaye ew fîlm li gelek sînemayên Almanya di vîzyonê de ye.
Li bajarê Kölnê, derdora seet 20.00 Gala dest pê dike.
Derhêner bi xwe li wê derê ye. Ew jî bi me re bi meraq li dîmenan temaşe dike.
Muzîkjenên fîlmê jî bi me re amade ne. Muzîka fîlmê perfekt hatiye çêkirin.
Gelek dîmenên fîlmê, bi taybetî ew diyaloga di navbera Cengo û Xezalê atmosfêreke dramatîk peyda dike.
Cengo sêwî mezin dibe. Xuşka wî Xezal wî mezin dike. Dema ku diya wan dimire, Cengo 1 salî bû ye, Xezal jî 7 salî. Ew bi xwe jî hîn zarok bû ye, lê neçar dimîne weke dayîkekê bi Cengo re bide û bistîne, Cengo ne weke xuşk, wê weke dayîka xwe dibîne.
Carekê li kêleka xwe dinêrim, dibînim, weke min çavên gelek temaşevanan tijî hêstir bûne.
Şiyar Ebdî, bi kurê xwe Ciwan re, di dawiya fîlmê de derdikeve pêşberî me û diaxife.
Li ser zehmetiyên ku dîtine diaxife. li ser tunebûna îmkanan diaxife. Li ser wan kesên ku destê alîkariyê dirêjî wî kirine diaxife. Spasiya her kesî dike ku ji wî re bûne alîkar. Her çiqas eşkere nabêje jî, lê diyare hîn di bin deynekî giran de ye.
Fîlm diqede. Em ji sînemayê derdikevin. Li derve, bi vexwarina sekt’a fîlmê re em li dora derhêner kom dibin, ew ji me re behsa gelek detayên di dema kişandinê de dike.
Şev dereng dibe.
Her kes ji me diçe mala xwe.
Lê belê MEŞ berdewam dike.