Serrûpel Nivîskar Birêveberê giştî yê Rûdawê dinivisîne

Birêveberê giştî yê Rûdawê dinivisîne

Belav bike

 

Dîroka hemû grûpên îslamî yên tundrew û naskirina psîkolojiya mirovê kurd pirr bi zelalî wê rastiyê ji me re dibêjin ku, jiyana wan grûpan bi awayekî eşkere û wek desthilatdarîtî ne cihê qebûlkirinê ye ji hêla civaka kurd û naçe serî jî. Ger hinek kurd jî di nav wan grûpan de hebin, ew beşek in ji rewşeke awarte, ne ku ji rewşeke normal. Êdî hebûna wan di nav wan grûpan de jî bi awayekî eşkere, ne li Kurdistanê lê li welatên din bû. Ew jî ti carî ne ewqasî pirr bûne ku bikarin bi xwe rêveberiya xwe bikin û çavê wan jî li wê yekê nebû ku li Kurdistanê dest bi desthilatdariya xwe bikin; ji ber ne guncawiya rewşa Kurdistanê ku wan wek grûpeke eşkere qebûl nake.

Vêga jî, girêdayî navçeya Şengal û Zummar eynî bîr û baweriya min heye ku mabûna DAIŞ li wê navçeyê ne mûmkin e, ger hêza pêşmerge xwe bide ser hev û êrişeke rêkxistî ya tund û lezgîn bibe ser hêzên DAIŞê li wê deverê.

DAIŞ îro di daxuyaniya xwe de derbarê êrişa xwe li ser Zummar û Şengalê dibêje wan piştî “şerekî giran” bi pêşmergeyan re ew navçe girtin. Bi rastî pêşmergeyan şerekî giran nekirine, ger em nebêjin qet şer nekirine. Li Şengal û Zummar, kesên ku şer kirin şêniyên wê deverê bûn. Ev yek jî wê rastiyê ji me re dibêje ku, ger pêşmergeyan bi planên zîrek û bê serî li xwe têkdan şer bikirana, DAIŞ nikarîbû li hemberî wan derkeve li Kurdistanê (çiku zemîna civakî ya mabûn û xwegirtina wê li Kurdistanê nîne) û nikare çeperên pêşmergeyan derbas jî bike.

Vêga dema wê yekê ye ku pêşmerge bi awayekî zîrek tev bigerin. Bi rastî jî dawî li wê yekê bê anîn ku bereyên pêşmergeyan bibin meydana xwe qurrekirina filan hunermend û bêvan berpirsê îdarî û filan koma hunerî. Em hemû dizanin ku ew ne amade ne rojeke tenê jî li wir şer bikin. Êdî mijûlkirina pêşmergeyan bi tiştên kelevajî di aliyê eskerî de çi wateyeke xwe heye. Kar û çalakiyên hunermend û hemû berpirsên îdarî ji bo piştevaniya pêşmergeyan gerek e li bajaran bin, lê ne ku bi qurretî û kelevajîtî keda pêşmergeyan bê bikaranîn; pêşmergeyên ku di nav toz û xweliyê de û di bin vê germa zêde de di çeperên şer de ne.

Ji ber têkdana tifaqê li Iraqê ji hêla hikûmeta Malikî û nerazîbûna Sunniyan ji hikûmeta Iraqê, derfeta êrişkirin û hatina nav Iraqê û zeftkirina desthilatê li çend navçeyên Sunnî li Iraqê ji DAIŞê re peyda bû. Tew artêşa Iraqê li wan navçeyan bû du beş, eskerên Sunnî weha difkirîn ku ew di nav artêşekê de ne ku ne artêşeke niştimanî ye, lê bûye artêşa Şîeyan û alava binpêkirina Sunniyan. Ji aliyekî din ve jî eskerên Şîe hest dikirin ku li navçeyên Sunnî li navçeyên dijminan in û bi dijminan hatine dorpêçkirin, ne ku li ser axa xwe ne.

Ez piştrast im ger hikûmeteke îtîlafî bi razîbûna Sunniyan bê pêkanîn, temenê desthilatdariya DAIŞê li navçeyên Sunnî bi dawî tê, û tenê dikare wek grûpeke çekdarî ya nihênî bimîne ku, ev çend sal in grûpên cuda cuda yên bi wî rengî li navçeyên Sunnî hene.