Serrûpel Foto FOTO: “PSK û PAK” Alternatîveke netewî amade dikin

FOTO: “PSK û PAK” Alternatîveke netewî amade dikin

Belav bike

PAK û PSKyê li Amede Komxebata ‘Di Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîk’ Li Dar Xistin

Li Amedê, roja 11yê Mijdara 2018an, li Demir Otelê, li ser hilbijartinên herêmî bi amadekirina PAK û PSKyê, komxebatek hat lidarxistin.

Komxebat bi beşdarîya ji 90 kesan zêdetir kesayetên ku hatibûn vexwendin hate lidaxistin.

Komxebat bi rêzgiritina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê bû. Paşê Cîgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel axaftina vekirinê kir.

Piştî Bayram Bozyelî, li ser navê PAK û PSKyê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik axivî.

Piştî axaftina Mustafa Özçelik, civîn ji çapemenîyê re hate girtin û beşdarên civînê di nav xwe de meseleya hilbijartinên herêmî minaqeşe kirin.

Rêvebirên PAK û PSKyê gotin Komxebat gelekî berhemdar derbas bû û di rojên pêş de di derbarê encamên vê Komxebatê de dê raya giştî agahdar bikin.