Li Tirkiyê di nav heftekî de, bûyerên ku pêk hatine dema didî paþ hev, portreke balkêþ û tevlihev derdikeve ber çavan. Pêvajo gellekî þêliye.
Kî çi dike, ji bo çi dike û hedef çi ye? ne diyar e.
Li Tirkiyê di heftekî de, li ser hev gellek bûyerên cuda û ku her yek têra rojeva meheka welatekî normal dike, hatin jiyandin. Tenê mirov ku
bêþîrove qewimandinan tîne ba hev, dibîne ku sûretekî ku naþibe ti tiþtî derdikeve holê. Gelo, kî çi dike û çima dike? Armanca hikumetê an
dewletê çi ye an ne çi ye? ne diyar e. Kêjan bûyera ji bo çi û kê tê kirin, dîsa ne diyar e. Tevliheviyekê serê xwe girtiye û diçe. Her ku mirov
dixwaze hiþê xwe koma ser hev bike û vê tevliheviyê zelal bike, dibîne ku, her diçe dîmen þêlî dibe.
Aktorên ku li ser perdêne, çi hikumet û dewlet, çi KCK û PKK, çi Suriye û rêxistinên îstixbaratên dewletên herêmê û cîhanê, bi taybet jî, çi
wezîr û parlementer, ez ne di vê baweriyê de me ku, zanin çi dikin û berê wan bi ber ve yî çi aliye. Tenê hefteyek û heft bûyerên sereke:
1. Parlementerê Dêrsimê yê CHPê Huseyîn Aygun, ji aliyê gerîlayên PKKê ve hate revandin, 48 seeta li çiya ma û hate berdan. Piþtî bûyerê, her
aliyekî gora meþrebê xwe li tembûr xist. CHPê di nav xwe de ne yekitî, perçe perçeyî xuya kir. Yên aliyê Aygun cih girtin jî hebûn, yên xwestin ji
partiyê îstifa bike jî. Çapemenî jixwe heft reng e. Bi berdana Aygun kêfxweþ nebûn, wana dipa ku revandin, bi awakî din bi dawî bibe. PKKê jî
bi vê çalakiyê ne diyarbû ku xwest çi bike, armanca wan çibû, çi peyam dan û çima girtin û berdan.
2. Rêya heyeta parlementerên BDPê, ji aliyê PKKê ve hate birîn. Gerîla propaganda xwe kirin û heyet berdan. Dîmenên ku derketine holê, rayagiþtî
a tirk xiste nav rik û nefret û xemgîniyê. Qey mirov digot ew kesên þaþ û mat bûn ji vî welatî najîn. Dîmenên hevdu hembêzkirina gerîla û
parlementeran bû sedema lêpirsînê. Wezîr û parlementer û rojnamevan, gellek kesan, bi zimanekî tûj rexne kirin û rewþa BDP’yiyan reþ kirin.
3. Li Colemêrgê mayîn teqiya û 2 leþkera jiyana xwe wenda kir. Piþtî vê bûyerê parlementerekî AKP’yî gotineke wisa kir ku, mirov hêviya ku
maye jî wenda dike. Ji bo gerîlayên ku têne kuþtin, peyva “mirin” an ” hatin bêbandorkirin” dilê wekîlê AKP’yî sar nekiriye û dibêje, di demeke
kin de 200 ji wan hatin kuþtin. Lazime mirov ji wana re nebijê “mirine”, bibêje “geber bûne.” Nefreta saxan ji aliyêkî, êdî ji miriyan jî nefret dikin.
4. Serdana wezîrê karên hundir a Colemêrgê. Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Îdris Naim Þahin, êvarekê bi artêþek parêzvana re çû Colemêrgê
û piþtî fitarê derkete kolanan ku esnafan ziyaret bike. Lê encam, mîna ku wezîr dipa nebû. Gelê Colemêrgê ew yûha kirin û nehîþtin ku
gavê biavêje. Wezîr mecbûr ma xwe sparte cafeya înternetê. Wezîrek li bajarekî welatê xwe nikare derkeve nav gel. Gelo ev normal e?
5. Li Dîlokê wesaîtek hate teqandin û 9 kesa jiyana xwe wenda kir. 66 kes jî birîndar bûn. Dewlet û rayedaran, di daxuyaniyên xwe de bûyer
ji PKKê dipan û li gorî wê gotinên xwe yên her tim hatine ezberkirin dikirin. Lê di demek kin de daxuyaniya PKKê hat: Me nekiriye. Niha
li ser Suriyê zêdetir disekinin. Gelo kê û bi çi armancê kir?
6. Piþtî teqîna Dîlokê, komên faþîst êrîþa avahiyên BDPê yên Dîlokê kirin, avahî þewitandin û dane ber keviran. Hat gotin ku, polîsan qet midaxeleya
wan nekiriye û wana jî ne belav bûne ne jî sloganên xwe yên Kurd dixstine hedefa xwe kêm kirine.
7. Li Roboskiyê wesaîta sivîl a ku leþker vediguhestin wergeriya û 11 leþkera jiyana xwe wenda kir. Gundiyên Roboskiyê yên ku 8 meha berê
zarokên wan, 34 zarokên wan bi bombebarandina balafirên dewletê hatibûn qetilkirin, reviyane hawara leþkerên qeza derbaskirî û bi can
û dil hewldane ku wana bifilitînin. Ew jî ji bo ders dayîn an girtinê, derseke mirovahî û dîrokî bû. A herî normal û însanî jî ev bû.
Di nav heftekî de, em li ser 7 bûyerên sereke. Di nav 7 bûyeran de a herî normal û mirovahî, helwesta gundiyên Roboskiyan e. Êþa dilên
xwe yên teze danîne aliyekî û reviyane hawara leþkerên birîndar.
Gelo di nav vê tabloyê de Tirkiye, þûna ku hûn lê disekinin çawa xuya dike?