Ceribandina darbeya 15ê tîrmehê û bûyerên piştê wê, dengên qirçîna hilşîna dewleta tirk û sîstemên wê yên turk-kemalîst û turk îslamîst in.
Dewlet û sîstemên wan ên dagirker û totalîter jîyên xwe temam kirine. Bi têra xwe zulum kirin û dimirin. Ji bo ku nemire hej û pirpitîneke kûr pê ketîye.
Guh medinê ku ewqas xwe bihêz nîşan didin!
Ev her du sîstemên wan di serî da Kurdistan, ax û welatên dagirtine, ku ji destên wan derneyê û bikarin wê „welatê“ bi zorêçêkirî, bi çakûça hesinî û bi dalewêreyan îdare û talan bikin, li hev darbeyan çêdikin. Kê darê xwe zû rakir!
Ha leşkerî ha sivîl, armanc zeximkirina sîstema totalîter e.
Çen roj in nivîskarên Tirkan dişopînim. Ketine pey xem û telaşa mayîndeya wê „dewlet“ û „welatî“! Bi peywira xwe radibin. Bi nîvîs û analîzan xwe tatmîn dikin.
Nivîsên nivîskar û „sîyasetmedarên “ Kurd, ku hê jî ji xewa „jîyana bihevra“ û „demokratîkkirina“ wê „dewlet“ û wî „welatê“ şîyar nebûne, dixwînim. Dibînim ku hê jî xwe dixapînin. Gêj bûne. Bi wan ramanên lawaz û belengaz xwe têr dikin.
Hê jî banga têkoşîna hevpar bi „hêzên demokratîk“ ên „Tirkîyeyê“ ra tê kirin.
Kîjan hêzên demokratîk?
Hêzên demokratîk heye li wî welatî?
Heba çima ji osmanîyan heta îro darbe, komplo û ummeta lîncê hê jî li ser kar in?
Heba çima Kurdistan hê jî benîyeke zencîrkirî ye? Bajarên wêrankirî bi ala û kefenên xwînî pêça ye?
Ev ummeta lîncê ye. Ji Pakistanê heta ew „Tirkîyeyê“ Ji Îran û Erebistanê heta Marakoyê kî desthilat be, ev ummeta lîncê li peyê ye.
Bi îdolojî û dîn sersem û gêj e. Bi cezbeya bîadê ji xwe çûye, xeriqî ye ev ummet.
Qet guman tê da tine. Ev darbeya nîvçe jî heke di bin emir û qumandaya hemû generalên Tirk da bi ser biketa, ev garanên ummeta lîncê, heta li pêşîyê ev hêzên ku jê ra dibêjin „demokratîk“ jî tê da, dê hêmû bigotana; „sayin paşam çok yaşa!“
Bi ser neket, niha di bin heman alayê da dibêjin; „sayîn cumhurum çok yaşa!“
Helbet rojê pênc caran bang û selaya cîhad, dagirkirin û mirinê were kirin. Ne seyir e, ku welatên rojavayî jî hespên xwe li wan welatan nebazînin.
Madeya min li hev dikeve!
Ewdil Ararat