Serrûpel Berhemên Nû Lîsê Xatê Xanima Eliyê Evdilrehman weşand!

Lîsê Xatê Xanima Eliyê Evdilrehman weşand!

Belav bike

 

qanûna wan nas nakin… Eger cimaet hinekî dengê xwe bilind dike û li miqabilî qanûna Romê dertê, bi elbê re ew wê qanûna xwe diguheze, “rind li cimaetê dinihêre”. Lê wexta ku devê şûrê wî dibirre, cimaetê mîna gîhê bi kêlendiyê diçine. De tişt nabe, wext ê bê, cimaet ê ji binê wê “qencî”ya wan derkeve.”

                                                                                                          Ji Xatê Xanimê

 

Weşanxaneya Lîsê, ya ku ji sala 2004’an û vir ve ye, li Amedê, ji roman, kurteçîrok û helbestê bigirin heta wergerên ji wêjeya cîhanê, bi gelek rêzên xwe yên pirtûkan ve, bi xebatên xwe yên bi hûrgilî yên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî berdewam e, di çarçoveya bernameya xwe ya weşanê ya bihara 2012’an de, novela duyemîn a nivîskar Eliyê Evdilrehman, Xatê Xanim, bi tîpguheziya ji tîpên Kirîlî bo tîpên Latinî ya Mîdiya Têmûr, Dîdara Têmûr û Têmûrê Xelîl, bi pêdaçûna Şivanê Dêrîkî û bi edîtoriya Kawa Nemir weşand.

Xatê Xanim, berhema Eliyê Evdilrehman a pexşan a duyemîn, a ku cara pêşîn di sala 1959’an de li ser destê Weşanxaneya Haypêthratê li Yêrêwana paytextê Ermenistanê hatiye çapkirin, piştî çil û sê salan, bo cara çaran ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve li Amedê, bi edîsyoneke birêkûpêk hate weşandin û novela bi navê Xatê Xanim bi xwe ve digire. 

Eliyê Evdilrehmanê nivîskarê roman, kurteçîrok û bendan, helbestkar û wergêr, di 29’ê Berfanbara sala 1920’î de, li bakurê Kurdistanê, li gundê Bayrekê yê bi ser Wanê ve ji dayîk bûye. Kurê Evdilrehmanê Momin û Emîneya Nebî Begê ye. Wan çaxan, rewşa Kurdan li wê devera ew lê ji dayîk bûyî giran bû, wexta ew şeş salî, mala bavê wî tevî eşîreta Kurdan a mezin a Birûkiyan ji zilma Dîwana Romê reviya, çû li welatê Şêwrê (Yekîtiya Sovyetan) hêwirî. Eliyê Evdilrehman, di panzdeh saliya xwe de, li Nexçivana Komara Ezerbêcanê ya li ser tixûbê Îdirê, dibistana gundê Şawlîka kuta kir. Piştî vê, ji ber tehlî û tengasiyên li wê deverê yên di wê heyamê de, malbata wî koçî Ermenistanê kir. Xeyn ji zaniştgeha Kurdan a li Yêrêwanê, Eliyê Evdilrehman wisa jî Enstîtuya Bakûyê ya Pedagojiyê kuta kir.

Eliyê Evdilrehman, salên beriya Şerê Cîhanê yê Duyemîn û di pey şer re, girêdayî Wezareta Rewşenbîriyê ya Komara Ermenistanê, çawa mamoste, berpirsê dibistanê, berpirsê para xwendinê, li nehiyeya Basargêçarê (niha Vardênîs), di warê perwerdeyê de xebitî. Her wiha, Evdilrehman, di heyna şerê mezin ê cîhanê yê duyemîn de, tevî eniyên şer bû û li hemberî hêzên dijminên Yekîtiya Sovyetan wekî partîzan bo demeke dirêj şer kir. 

Sala 1955’an, dema ku li Yêrêwana paytextê Ermenistanê rojnameya Riya Tezeyê dest bi weşana xwe kir, mîna gelek kesan, Eliyê Evdilrehman jî beşdarî rojnameyê bû û di wir de wekî rêveberê parekê xebitî, wî bendên bi pirsên rojê ve girêdayî nivîsîn. Bi vê yekê re jî, nivîskariya Eliyê Evdilrehman a wêjeyê dest pê kir, wî dest bi nivîsîna helbest û destanan kir. Her wisa, di van salan de dest pê kir hin berhemên wî di pirtûkên dersan ên bi Kurdî de derçûn.

Pirtûka wî ya pêşîn novela bi navê Morof e, ya ku di 1957’an de, di nava berhevoka Nivîskarên Kurdên Sovyetê de hate weşandin. Novela wî ya duyemîn a bi navê Xatê Xanim, di sala 1959’an de, li Yêrêwanê çap bû. Romana wî ya pêşîn, Gundê Mêrxasan, di 1968’an de, li Yêrêwanê hate weşandin. Romana wî ya duyemîn, Şer Di Çiyayan De, di sala 1989’an de, li Yêrêwanê hate weşandin. Berhemên helbestî yên Eliyê Evdilrehman, ên ku bi mijarên xwe ve bêtir behsa kurdayetiyê û Kurdistanê dikin, di sê pirtûkên bi navên , Hesreta Min û Gulistanê de berhev bûne.

Eliyê Evdilrehman, di 21’ê Rêbendana 1994’an de, li Bakûya paytextê Ezerbêcanê koça dawî kir. Gora wî li wir e.

Li gel nivîskarê Hewarîyê, Heciyê Cindî; nivîskarê romanên bi navê Şivanê Kurmanca, Hopo û Dimdim, Ereb Şemo; nivîskarê romana bi navê Kurdên Rêwî, Seîdê Îbo; yek ji girîngtirîn endamên nivîskarên nifşê qonaxa Sovyetiyê, nivîskarê berhemên bi navê Morof, Gundê Mêrxasan û Şer Di Çiyayan De, Eliyê Evdilrehman, bi novela xwe ya bi navê Xatê Xanimê ve, beşek ji serpêhatî û qewimînên li bakurê welêt ên di sedsala 20. de, bi Kurdiyeke bi giyanê Kurdî yê jibîrbûyî ve girêdayî, bi riya jineke Kurd a wêrek a bi navê Xatê Xanim vedibêje.  

Xatê Xanima novela Eliyê Evdilrehmanê romannûs, çîroknûs, helbestkar û wergêr, çîroka jineke netirs a Kurd a bi navê Xatê Xanim e; yeke ku piştî mirina Têmûrê serek, êl û eşîrên, komên civakî yên devera Dêrsimê yên Kurd tên ray û şêwrê jê distînin. Xatê Xanima ku di novelê de di wê hewildanê de ye ku Sultanê kurê xwe yê tayê bi tenê ji nava lepên mirinê derxe, balkêştirîn aliyê wê ew e ku di nava demeke kurt de dikare komikên Kurd ên li deverê bi ray û şêwra xwe li hev bicivîne û bîne rayê, li Çiyayê Êginê yê li nêzîkî Ezirganê û li çiyayên li fêza Dêrsimê wekî şervan wan amadeyî şer bike û bi yekdestî wan derxe pêşberî hêzên dagirker.

Xatê Xanim novelek e, ya ku her çend behsa jinekê dike, ya ku ji ber mijara xerc û xeracên dewleteke dagirker û girtina Sultanê kurê xwe serî li hemberî hêzên dagirker hildide, lê ev jin çi dike çi nake – bi helwesta xwe ya nêzîkî aqilan – nahêle şer dest pê bike, lê digihîje merema xwe û kurê xwe rizgar dike, bi sadetiya honaka xwe û bi Kurdiya xwe ya ‘edetî ya xurt ve, hem di nava hemû berhemên Eliyê Evdilrehman de, hem jî di nava sercema pexşanên bi Kurdî-Kurmancî de yek ji ‘eyantirîn deqan e.

Bi novela Xatê Xanimê ya Eliyê Evdilrehman re, ya ku ji nava qulçên tarî yên kelepora me ya nivîskî de derdikeve û bi pêş de tê, xwendevan ê ji du tiştên serekî beşer bike. Yek, di kesayeta Xatê Xanimê de rola jina Kurd di warê birêvebirina civakê de; dudu, girîngî û îmkana çêbûna yekîtiya Kurdan û di vî barî de, rola serekî ya çiyayên me.

 

Xatê Xanim

Eliyê Evdilrehman

Novel, 80 rûpel

Gulan 2012

Weşanxaneya Lîs, Amed