Serrûpel Berhemên Nû Jan Dost bi romana xwe ya 5 tê

Jan Dost bi romana xwe ya 5 tê

Belav bike


Di serdana J. Dost ya Başûr de, me suhbetek kurt derbarê romanên wî yên berê de kir, pirs hate ser berhema wî ya nû û dawî…..

Wî got ku romana wî ya nû surprîzeke, ey jî ketin pey wî, me got em dixwazin bi kêmanî bizanibin mijara wê ҫiye!

Lê tiştê ku em ne li bendê bûn, ya rast ku me bawewr ne dikir ew bû ku Jan Dost ji me re got ku, wî romana xwe ya pêncemîn bi erebî nivîsîye û nêzîk ji weşanxaneyeke erebî derdikeve!

Erebî!

Wek ku em ji guhê xwe bawer nekin me jê pirsî. Wî bi bişirînekê re bersiv da: erê bi erebî..Min nikaribû ev roman bi kurdî binivîsanda..Erebî li ba min bûbû mîna ava ku di bin erdekê de bi salan kom bibe, mecbûr bû weke kaniyekê teqiye..

Dema me jê pirsî: Û kurdî? Got: kurdî ruhê min e. Ku ez bi kurdî nenivîsim ezê bimrim, û min qet pişta xwe nedaye ruhê xwe..Ezê her bimînim Jan Dostê ku xwendevanên wî nas dikin.

 

De ka ev behaneya Jan Dos theta kîjan redeyê wê xwendevanê wî iqna bike! Em nizanin. Lê bi her halî em serkeftinê jêre dixwazin.