Serrûpel Berhemên Nû Zankoya Colemêrgê pirtûkê kurdî derxistin

Zankoya Colemêrgê pirtûkê kurdî derxistin

Belav bike


Û akademîsyen û lêkolînerên warê kurdolojiyê li Colemêrgê dicivîne,
berhemên wan xebat û lêkolînan bi hev re weşandin û tev li fuara
pirtûka ya TUYAP’â Amedê dibe. Di vê dema ku li ser “medenîbûn” an jî
“statuya” Kurdan û zimanê kurdî nîqaşên girîng li Tirkiyeyê
derdikevin, belavkirina pirtûkên akademîk ya ji derveyî bandora
îdeolojiyên serdest, nîşan dide bê zimanê kurdî çendî dewlemend e û
herweha çendî kar û xebat hene ku divê bi awayekî acîl werin kirin.
Weke ku herkes dizane, nivîsandina pirtûkeke zanistî bi kurdî, herweha
awayekî xebitandin û xizmeta zimanê kurdî ye jî. Zanîngeha Hekariyê bi
van berheman ve nîşan dide ku karên wê yên Kurdolojiyê hê nû dest pê
dikin û divê zêdetir xebatên akademîk di vî warî de werin kirin.
 
KURDOLOJÎ: Ev pirtûka akademîk ya ku bi lijneyeke zanistî û bi
berpirsiyariya Al. Doç. Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan ve hatiye
amadekirin, weşana gotarên konferansa kurdolojiyê ye ku par li
Colemêrgê ji aliyê Zanîngeha Hekariyê ve hatibû lidarxistin. Tê de
gotarên li ser ziman, wêje, civak, dîrok, çand û berhemên Kurdan 23
gotar hene. Ji bilî edîtorê pirtûkê, kesên mîna M. Malmîsanij, Michiel
Leezenberg, Ebdilwehab Xalid Mûsa, Behrooz Chamanara, Lezgînê çalî,
şahînê Bekirê Soreklî,
Tosnê Reşîd, Jan Dost, Farhad Shakely, Munzur Cem, Hîwa Masîh û Golî
Shadkam hin ji wan lêkolîneran in ku bi gotarên xwe ve tev li pirtûkê
bûne. Di pirtûkê de beşekî taybetî ji bo Kurdên Xorasanê hatiye
veqetandin û 4 gotar li ser dîrok û civak û ziman û wêjeya Kurdên
Xorasanê radiwestin. Pirtûk 328 rûpel e, 20 gotar bi
kurdî (kurmancî, soranî, kirmanckî-zazakî) ne û 3 gotar jî bi ingilîzî
ne. Hêjayî gotinê ye ku cara yekem e ku Zanîngeheke fermî bi navê
“Kurdolojî” pirtûkekê diweşîne û vê peyvê dixe nava lîteratura
akademîk ya Tirkiyeyê.
 
ZIMAN û WÊJEYA KURDÎ: Ev pirtûk weşana gotarên Konferansa Ziman û
Wêjeya Kurdî ye ku tîrmeha 2010’an li Colemêrgê dîsa ji aliyê
Zanîngeha Hekariyê ve hatibu lidarxistin. Pirtûk dîsa ji aliyê Lijneya
Zanistî ve hatiye nirxandin û bi berpirsiyariya Al. Doç. Dr. Îbrahîm
Seydo Aydogan û Al. Doç. Dr. Selîm Temo Ergul ve hatiye amadekirin.
Pirtûk 150 rûpel e û tê de 11 gotar hene ku 10 ji wan bi kurdî
(kurmancî, soranî, kirmanckî-zazakî) ne û yek jî bi ingilîzî ye. Hemû
gotar li ser babetên bi ziman û wêjeya kurdî ve têkildar in û ji bilî
berpirsiyarên pirtûkê, herweha Samî Tan, Halkawt Hakeem, Hashem
Ahmedzadeh, Eskerê Boyik, Suleyman Cevik, Roşan Lezgîn, Arjen Arî,
Tahor Yaşar û Farhad Shakely tev li pirtûkê bûne.
 
ULUSLARARASI KURT KADINI KONGRESI: Ev pirtûk weşana gotarên yekem
Konferansa Zanîngeha Hekariyê ya Colemêrgê ye. Konferansa bi navê
Kongreya Navneteweyî ya Jina Kurd ku çiriya pêşîn a 2009’an li dar
ketibû, bi kurdî, tirkî û ingilîzî ji 60’î zêdetir lêkolîner li
Colemêrgê civandibûn û bi dû re gotarên wê konferansê weke pirtûk
civandibûn û çap kiribûn. Di pirtûkê de 46 gotar hene û 398 rûpel e.
 
THE EAST WHISPERS, story and legends from the East: Ev pirtûk ji aliyê
xebatkar û mamosteyên ingilîzî yên Zanîngeha Hekariyê ya Colemêrgê ve
hatiye amadekirin. Armanca wê him danasîna zargotina kurdî ya bi
ingilîzî ye û him jî alîkariya perwerdehiya zimanê ingilîzî ye. Lewre
di pirtûkê de tê gotin ku “xortên kurd dûrî jiyana rojane ya Mr and
Mrs Brown in, xewnên wan û xemên wan gellekî cuda ne, loma jî bi
çîrokên xwe ve baştir dikarin fêrî zimanên biyanî bibin”. Pirtûk bi
temamî bi ingilizî ye û tê de 8 çîrokên kurdî hatine berhevkirin û
wergerandin. Pirtûk bi destê M. şîrîn Cengîz, S. Selman Oner, Salih
Potujoglu, Yunus Bilgin û Zeynep Saka ve hatiye amadekirin û çîrok û
efsaneyên mîna Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Heso û Nazê, û Feqiyê
Teyran tê de hene; û 136 rûpel e.
 
MATEMATÎK’a KURDÎ: Mamosteyê matematîkê Yusuf Soyvural, di bin banê
Zanîngeha Hekariyê ya Colemêrgê de pirtûka dersên Matematikê amade kir
û bi xema kurmanciyê ve pêşkêşî hezkirên zimanê kurdî kir. Pirtûka ku
bi 6 beşan ve mijarên matematîkê fêr dike, herweha cîh daye
ferhengokeke terîm û têgehên ku hatine bikaranîn jî. Di pirtûkê de
piştî her beşî azmûnek heye û encam jî di dawiya pirtûkê de hatine
dayin. Pirtûka Matematîkê ku li gora mufredata dersên matematîkê yên
giştî hatiye amadekirin, li Bakur û li Tirkiyeyê ji bo xebatên zanistî
yên li ser zimanê kurdî jî dê bibe nimûneyeke baş, lewre xema vegotina
matematîkê bi kurdî bi serê xwe ve karekî giran e ku cesaret jê re
divê. Pirtûka ku bi çapa mezin hatiye weşandin, 154 rûpel e.