Serrûpel Magazîn Bi Îbo re “li vir jiyan heye“

Bi Îbo re “li vir jiyan heye“

Belav bike

Stranbêjê navdar Îbrahîm Tatlises, piştî sûîkasta sala çûnê, yekem care deriyê mala xwe ji bernameyeke televizyonê re vekir. Televizyona CNN Turkê, di bernameya xwe a bi navê “li vir jiyan heye” de, stranbêj Îbrahîm Tatlises û Wezîrê Xebatê Faruk Çelik anî cem hev. Îbo, li mala xwe, bi destên xwe kebab çêkirin û îkrama mêvanên xwe kir.  Îbo, di bernamê de pêvajoya bi zor û zehmet ji pêşkêşvana bernameyê Aynur Tartan re vegot:
– Vê saetê şûnda ji min re şan, şûhret, pere ne lazim e, bi Ayşegûl Xanimê re aramî lazim e.
– Ez bi qaşoya najîm. Ti tiştekî ku min kiriye û ez poşmam bûme tine.
- Li derekê xeletiyeke me, kêmasiyeke me hebûye kû Xwedê ev ceza da min û gotiye “xwe sererast bike.” 
– Bi tona mirovên ku min jê bawer dikir hebûn, hemûyan xwestin ji para min kêr bikin. Êdî bi siya min jî baweriya min nemaye.
– 14 salin ku ez û Ayşegûl xanim bi hev re dijîn, kûrê min Ahmet çû ji min re xwest.
– Bavê min pirr li min dixist lê min qet li zarokên xwe nexist.
– Ez neviyên xwe ji zarokên xwe bêtir hezdikim.
– Xeynî stranên xwe ez bi çîgê goşt jî navdar bûm.
– Ji bo Rihayîyan ez jiyana xwe didim. Tiştekî ku ez rûyê wan reş derxînim min nekiriye.
– Rihayî canê xwe dide, îsotên xwe nade.
Bernama CNN Turkê “li vir jiyan heye”, wê 2ê Hezîranê saet di 22.00 an de were ser ekranê.