Serrûpel Berhemên Nû “Gorî û Bindest”a Arjen Arî derket

“Gorî û Bindest”a Arjen Arî derket

Belav bike



li darxistin û di vê berhemê de Mamoste Arjen Arî weke ku bi xwendekarên xwe re bikeve goftûgoyeke kûr, dilê xwe vedike û pêşkeşî xwendekarê xwe dike. Meriv di vê berhemê de pêrgî hinek aliyên Arjen Arî yê veşirî tê. Ne tenê wek kurdekî rewşenbîr û helbestkar, di heman demê de weke kurdekî ji rêzê yê ku êşa bindestiyê dikêşe, yê  ku şerm dike ji bindestiya xwe û hûr dibe li ser têgehên wek azadî, rûmet, xwebûnê disekine jî li pêşber meriv e Arjen Arî di vê berhemê de.  Edîtoriya berhemê ji aliyê Mihemed Ronahî ve hatiye kirin. Ji berhemê beşek;

Dibêjim…

Dibêjim, “ez helbesta xwe, ew fermanan dinûsin. “

Dibêjim, “ew teyren goştxwir in li ser hêlîna heyînê dilûsin”

Dibêjim, “çaven van ji reşahiya bindestiyê diçurisin. “

Dibêjim, “tu na carekê, sê carî bindest î, bira:

Carekê bindestê serdestên xwe.

Carekê bindestê bindestên xwe

Carekê jî…bindestê serbindestên xwe. . “

Ez jî dipêm pê re. Û ew bêdeng dimîne.

Tê derdixim ku “çemek rûye beqê şil nake”

Ji nişka ve dibêjim, “weyyyyy tifuuuu li çîroka bindestiya te be”