Serrûpel Nivîskar Ev pirs dualî çareser dibe

Ev pirs dualî çareser dibe

Belav bike

Dixwazim vê aşkere bêjim; pirsa Kurdî li bakurê Kurdistanê negengaze yekalî çareser bibe, ev pirs bivekirina du deriyan çareser dibe. Divê her yek ji aliyan deriyê xwe ji rêya çareseriyê re veke, lê destpêkê divê PKK’ê hemû çalakiyên xwe yên leşkerî rawestîne û dewleta Tirk hemû hêza xwe ya leşkerî ji çiyayên Kurdistanê vekişîne û bêje ‘min dawî li operasyonan anî’ û paşê jî hewldanên çareseriyê di navbera her du aliyan de bêne destpêkirin. Na, ger tenê banga yek alî bê kirin û bêjin ‘bila PKK’ê çekan deyne, PKK’ê agirbestê ragihîne…’ û ji aliyên din ve dewleta Tirk bi hemû hovîtiya xwe êrîş bike, wan bikuje, li bajaran êrîşî Kurdan bike, zîndana tije Kurd bike û ji van êrîşên dewleta Tirk re çav bê girtin, gelo ev çi wijdane? Ev çi ehlaqe? Ev çi mirovayetiye? Ev çi biratiye? Ka li kîjan welatê cîhanê şoreşên xwestine welatê xwe rizgar bikin ev yek li ser xwe qebûl kirine? Gelo nimûneke wisa heye? Na! Em bêjin hat û ‘PKK’ê çek deyne’, gelo pêşeroja bi hezaran gerîla wê bibe çi? Bi hezaran malbatên şehîdan wê bêjin çi? Dîrok wê bêje çi? Xaka Kurdistanê ku li bin pêlavên leşkerên Tirk dinale wê bêje çi? Dêrsim, Koçkirî, palo û Xanê wê bijin çi? Seyîd Rizo, Şêx Saîd, Mele Mistefa Barzanî wê bêjin çi? Duhî bû 34 ciwan ku piraniya wan zarok bûn kirin perçe perçe dê bêjin çi? Ez di wê baweriyê de me dê bêjin ‘PKK’ê te xiyanet kir, te bi hezaran ciwanên Kurd kirin qurbana xwe.’ Gelo kî dîn e, har e, bê aqile 35 salan li serê çiyan bimîne û dewlet jê re bibêje fermo em vê pirsê çareser bikin? Bê guman, yên misqalek wijdan pê re hebe dê li dijî kuştina gerîla û leşkerên Tirk raweste, lê di heman demê de bê ehlaqî û bê wijdaniya herî mezine li ser rûyê erdê ye dema ‘ji PKK’ê re bêje tu çekan deyne û bila leşkerên Tirk bên û te tune bikin.’ Bê guman, çawa di nava dewleta Tirk de şerxwaz hene wisa jî di nava PKK’ê de jî kesin hene ku dixwazin ev pirs bi rêya şer bê çareserkirin. Divê rêya vê bê girtin, rêgirtina vê jî di destên kesên aştîxwaz de ye. Bi taybetî di vê qonaxê de nirxandin û banga parelmentera bajarê Diyarbekirê girîng bû, lê mixabin li dema Leyla Zana bang dikir ku rêya vê pirsê çareseriye û ‘Erdogan dikare çareser bike’ û Erdogan ragihand ku ew amadeye ligel Leyla Zana rûne, di serî de Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş, paşê Ahmet Turk û hin kesên di nava PKK’ê de nirxandina Zana li gor xwe nirxandin û weku ku Zana tiştek xirab kiribe destnîşan kirin. Lê, Leyla Zana tenê dixwest zemînekê amade bike, deriyekê veke û lewma bi dilwêrekî dîtinên xwe der barê çareserkirina mafê gelê Kurd de anî ziman. Li gor dîtina min pirsa Kurdî li bakurê Kurdistanê di qonaxeke wisa re derbaz dibe pêdiviya xwe bi gurkirina agir nîne, pêdiviya xwe bi tefandina agir heye. Lê, ev agir barember tê vermirandin, dualî tê vemirandin. Aşkere dixwazim bêjim, di vê qonaxê de pêdiviya pirsa Kurdî bi kesayetiyên weke Leyla Zana heye û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikarin di çareserkirina vê pirs a dualî de roleke girîng bilizin. Ji ber ku gelek zelal e ji bilî çareserkirina vê pirsê di çarçoveya dualî de negengaze pirs bê çareserkirin.