Serrûpel Nivîskar Govenda Kurdan

Govenda Kurdan

Belav bike

Gelo govenda Kurdan ê bigihîje hêv?  Çar parçe. Her parçeyek bi renk û dengekî. Çar çavên cuda û çar guhên ji hev veqetiyayî. Çar dîlan an þîn. Çar têgehên ji hev dûr, çar awazên  kûr û hûr. Çar siyasetên dûra hev, çar çareseriyên bê hev. Çar zaravayên ji hev negirtî, çar xet, hin li bin hin li ser û gellek jî li der.  Kurd, hezar sale ku, li ser xaka xwe a qedîm nabe desthilatdar. Helbet sedemên vê gellek in. Bi hurgilî li ser nesekinî û îro ji wan dersa  negirî, ditirsim hîn hezar saleke din jî, Kurd li ser xaka xwe wê wek gelekî ne bi destê xwe bijî. Îro, ji bo Kurdan, ger pêvajo baþ were bikaranîn,  “heyameke zêrîn” e. Lê Kurd çiqas vê rastiyê û firsendê karin bibînin û binirxînin? Qasî ku xuya dike, dersên têr ji paþerojê nehatine girtin.  Pekî pêþeroj wê çawa ava bibe? Bersiva vê, serxwebûn an bindabûna Kurdan e. Hemî rê derdikevine yekitîyê. Yekitiyeke navxweyî. Gelo Kurd karin  çiqas di vê mijarê de serkeftî bibin? Qasî ku em dibînin, di nav Kurdan de ne standartiyek çêbûye û çêdibe, ne jî yekitî heye an hêviya yekitîyê  heye. Di vê rewþê de, rastiyek tenê derdikeve pêþ me, li pêþ xwe, em Kurd bixwe asteng in.  Li bakur û baþûr, li rojhilat û rojava, an li Tirkiyê û Iraqê, li Îranê û Suriyê Kurd, bi çi têgehê, bi çi zimanî û çandê, bi çi siyaset û rojevê dijîn,  difkirin û xwe birêvedibin. Çiqas wekhev in û çiqas cuda ne? Çiqas hevpar in û çiqas dij hev mane? Tenê pirsek; Gelo çi sazî û dezgehên Kurdan ên ku hemû Kurdan, di bin baniya xwe de temsîl dike a bi bandor û erkdar heye? Qet. Gelo pirr zor e ku Kurd, di mijara ziman, çand, alfabe, þano, sînema, wêje, çandinî, tenduristî û tiþtn din de werine ba hev? Heta ku di ev mijara de yekitî çê nebe, siyaset çend pera dike. Îcar, kî û çi li ber yekbûna di ev mijara de asteng e? Ti kes, an em Kurd bixwe.  Îro li bakur, alfaba latînî tê bikaranîn, li baþûr a erebî. Li rojava him erebî him latînî. Li rojhilat erebî. We yekitîyek dît? Îro li bakur, zaravayên Kurmancî û Zazakî tên axaftin. Li baþûr Kurmancî û Soranî û pirr hindikbe jî çend zaravayên din. Li rojava Kurmancî û  li rojhilat, li Urmiyê Soranî li derên din Kurmancî. We di vir de standardiyek dît gelo? Li bakur Kurd nikarên bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Li baþûr Soranî zimanê fermî ye. Li rojava gel, bi derfetên xwe, xwe perwerde dike.  Li bakur siyaseta Kurd bi giranî li ser milê BDPê dimeþe. Çend partî hene lê nîvê Kurdan, bi siyaseta AKPê dixape. Li baþûr hikumet heye. Partîyên  cuda hene. Temsîliyeta wan gorî encama hilbijartinan tê tayîn kirin. Li rojava rewþ ne diyar e. Suriya ku niha di nav zorê de ye, firsendeke  baþ dide destên Kurdên Suriyê lê Kurd nikarin yekitîya xwe saz bikin. Ji bo gelekî, siûdeka bi vî rengî, serî çend sedsala ancax carê bidest dikeve  mixabin ji wir dengek an dengê yekitiyê dernakeve. Çand, huner, þano, sînema û muzîk û tþtên din. Reng jî ne yeke, deng jî. Mijar ji hev cuda ye.  Û jin. Hîn çend meh berê koma hev bûn lê, li ser ti tiþtî lihev nekirin û belav bûn.  Û “Konferansa Netewî.” her tim tê gotin, tê xwestin, li ser tê xebitandin û gotubêjkirin lê, çi hîkmete min qet seh nekiriye, nikare bicive.  Dibe ku navê me Kurd be, dibe ku xaka me Kurdistan be. Lê ziman, alfabe, çand, qisawet, siyaset, armanc û hêviya pêþeroja me cuda ye.  Heta her tiþtî xwe, di nav xwe de nekî yek, her tim tu mehkumê ji hev dûr ketinê yî. Li pêþ van kî dibe asteng? Kurd bixwe.  Îro heyama ku Kurd têde dijîn, di dîrokê de qasî ku hîç nedaye, firsendeke bêhempa dide destê wan. Ger bi zanebûn û birêkûpêk hewl bidî.  Destpêk, standartiya ziman û alfabeyê ye. Berî her tiþtî lazime em gotin û nivîsandinên hev fehm bikin. Dûra hemû mijar.  Niha li çar parçe, Kurd çar govenda digerînin. Hin giranî dilîzin, hin delîlo. Li ser lêvê her parçekî klameke cuda. Rengê govenda me jî ne yek e,  dengê ku ji govenda me derdikeve jî. Armanc lazime ew be ku, serî çar govenda bigihînî hev û govenda xwe bikî yek. Ku te govend kire yek,  jixwe þêwaza reqsa te jî, klama govenda te jî, rengê cil û bergên te jî û dengê te yê ku di nêz de jî, ji dûr de jî tê bihîstin ê bi yek be. Xurtbûn di yekitiyê de ye. Yekitî jî, bi standartbûna nirxan tê avakirin.  Sibe zûtir ew li ser Kurdan ferz e, deyn e, namus e, hebûn û tinebûn e.