Pirtûka ku her sal bi ser navê helbestvan û fîlozofê Kurd Ehmedê Xanî bi awakî peryodîk tê amadekirin di nav weşanên Belge da ronahî dît.
Salnama Ehmedê Xanî ku hersal bi awakî peryodik çap dibe, ya sala 2011 an ji 380 rûpelan pêk tê û ji aliyê Mehmet Gültekin, Bahar û Nihad Gültekin hatiye amadekirin.
Salnama Ehmede Xani 2011 a ji naverokeke dewlemend pêkhatî da gelek lêkolîn, şirove, metnên konferansan û hevpeyvînên ku di sala 2011 an di derbarê helbesvan û zanyarê Kurd ê namdar Ehmedê Xanî û pirtûkên wî da hatine amadekirin cih girtine. Salname xebateke li ser bingeheke akademîk pêşkêşî xwendevanan dike. Salname bi du zimanan –Kurdî û Tirkî- dertê û wek amadekarên wê di pêşgotinê da diyar dikin, ewê ji sala 2012 an pêve cih bidin zimanên Îngilizî, Almanî û Fransizî jî.
Di Salnameyê da nivîsên lêkolîner û nivîskarên wek Jan Dost, Gülten Madenli, Rohat Alakom, Mehmet Gültekin, Muzaffer Orucoğlu, Faik Bulut, Altan Tan, Îrfan Amîda, Adnan Fırat, Dr. Beyazit Taș, Bahar Gültekin, Burhan Sönmez, Şerif Karataş gelekên din cih girtine.
Hin sernivîsarên di pirtûkê da ev in:
Ehmedê Xanî û pêşiyên wî
Erotik di Mem û Zina Xanî de
Di Mem û Zin’ê da Jin
Pirsa Xanî a “Qet mimkun e…”
Cam-i Cem a Kurmancî
Ehmede Xani û Zîn
Diyalektika “aqilê” Ehmedê Xanî