Avestakurd – Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan ji bo Rojavayê Kurdistanê bi şêwezek tund dewleta Tirkiyê hişiryar kir û diyarkir ku ger dewleta Tirk mudaxeleyekê bike dê Kurdên li çar perçeyên Kurdistanê li dijî dewleta Tirk şer ragihînin. Her weha Karayilan bo cara yekê aşkere û bi zimanek vekirî got ku tu cudahî di navbera yek partî û hêzên rojavayê Kurdistanê de tune ye, divê hemû yek bin, yek dest bin, cudahî nebe. Di serî de PYD'ê tu hêzek ji bo xwe daxwazên cuda neke.