Serrûpel Nûçe Li Şemzînan çi diqewime?

Li Şemzînan çi diqewime?

Belav bike

 Li gor çavkayên deverê şer li dora 500 metrî nêzîkî navçeya Şemzînan bûye. Qeymaqamê navçeyê nediyare, dadwer ji mala xwe dernakeve. Lê, Serokê şaredariyê ji çapemeniyê re radigihîne ku ‘şerekî berfireh heye, ne weke berê ye, şerekî şer tê kirin.’ Ji aliyekî din ve rê hatine girtin, xelk ji gundên xwe koç dikin, gelek gund valebûne, gelek gund û gundî di nava şer de mane. Bi berdewamî leşker tê veguhastin bo deverê û bombebarana balefirên şer nasekine. Êdî xelkên navçeyê di nava tirsê de dijîn, saziyên sivîl di nava şik û gumanê de ne.

 

Avesakurd