Bi zimanekî romantîk, lirîk û bilind hatiye honandin, lê wekî avê avîșaran herikbar û giyana mirovan dîl digire.
Em di wê baweriyê de ne, wê xwendevan li pey xwendinê bibînin ku ev roman bi qalinbûn û zimanê xwe yê wêjeyî yê dewlemend ve di romannivîsîna kurdî de qonaxeke nû veke.
Naveroka wê li ser evînê ye.. Roman ji vegotina jiyana du lehengên bingehîn, DILYA û ZALAR pêkhatiye. Li dor wan û evîna wan; ji aloziyên di nava malbatê de bigire heta rengê dengbêjan, têkiliyên taybet yên jin û mêr, namûs, kuștina jinan, sinnetkirina keçan, trajedya transexsuelan, maxduriyeta elewiyan, evîna di navbera du baweriyên cuda de bi dehan pirsgirekên civakî bi konsepteke dorfireh hatiye vekirin. Jiyana wan ji gundan xwe digihîjîne Ewropayê, ji ananeyên rizî ta moderniteyê berfireh dibe.
Mir Qasimlo; romana xwe wek romana bindestan û fîlozofiya bindestan bi nav dike û dibêje; Di romana kurdî ya modern de, çar babet kêm maye:
Cihnedana sosyolajiya Elewiyan,
Di hişmendiya romanê de bi serserkî daneketina binê erdê,
Cihnedana sahneyên têkiliyên taybet ên xwerû,
Û neafirandina karekterên jin yên xweser, xwedî kesayet..
Ew dibêje ku di van bebetan de me hin tișt bi serî kir..
Ji ber pirjimarî û desnîşankirina mijarên sosyal yên di nava kurdan de hene, em dikarin bêjin ev roman, romana gelekî ye.
Em wek weşanxana Ar, bi çapkirina romana DILYA & ZALAR, kêfxweș in
Ji romanê beșeke kin:
Tu hatî zozanên min ên kesk, bi ziman, lê ji şiyana axaftinê bêpar…
Tu hatî û tu bû tasek û te ji kaniya dilê xwe av bi min da vexwarin. Tîbûna min a hezar salan şikand..
Tu hatî û tu bû strana teyba dilê min…
Te awazand bi ser henaseyên min ên didildemayiyên nexweş…
Te nexweşiya min kûrtir kir.
Te ew da noqkirinê.
Te ew nikul kir, te li pêncereşê veguhest….
Tu hatî û te zeviyên min ên li çolên dojehî, bi xwêdana xwe avda û te di qeşaya berfbarînên herî hov de, ez sotim bi gotinên xwe yên germîn…
Tu hatî zeviya min, te tovên bêrîkirinê reşand…
Her bihistek zeviya min deh bêrîkirin veda.
Deh bêrîkirin rê li pêkhatina deh hesretan vekir.
Deh hesret bûn deh evîn
Deh evîn bûn deh destan
Deh destan bû tu û tu bû fêrbûn…Tu bû fêrbûn û te xwe li berîbedena min pêça. Te ez fêrî xwe kirim. Ez fêrî te bûm. Bûm tu. Bûm ferhenga jîna te. Lê tu nîn î. Ne di nava hebûnên asîmanî de, ne di şênyayên min ên qîzanî de û ne jî li warê zarokatiya min a dildemayî de, tûmek ber bi çavî.
Bêje Lavingor, ka tu li kû yî? Ez va ye li vir im. Di ferhenga jîna te de, gotina nehatiye maçî kirin im. Va ye li mexelê hesretê, li perava bêrîkirinê me canyarê min…“
DILYA û ZALAR/ Rûpel 999-Weşanên Ar, Stenbol.