Serrûpel Nivîskar Şoreşa mezina îlunê û têbîniyek.?

Şoreşa mezina îlunê û têbîniyek.?

Belav bike
Helbet dema mirov babetekî di azirîne armanc jê ewe da bigehîte rastiya wê, û civak û xwendevanan li ser şaşî û çewtyên bi zanîn an bêy zanîn sazî û Aliyên desthelatdar yan berovajî wan, berhem di înin haydar bkit.

Bêguman dema mirov xwandin û şirovekê bidete ser tevger û têkoşana têkoşerên şoreşa mezina îlunê, dê fêrî gelek waneyên mezin bibe! ku eviroke jî sudeka mezin desthelatdarîya kurdî û civakê kurdistanê jê werbgire.

Ji berkû şoreşê em fêrî têkoşan û qurbanîdan û êkrêzî û dadiperwerîya civakî û çalakiyên qaremanane û gurîkrinê kir bûyin.

Çi guman têda nîne hîm û şengstên şoreşê baş hatbûn darêtin û rêberekî meznê rojhelata navîn, ceneral Barzaniyê nemir rêberî û pêşengîya vê şoreşa xwedî destkeftiyên mezin dikir.

Meznahiya şoreşê di gelek waran da mirov di şêt amajê pê bikit! Wekû ji durîşim û Siloganên şoreşê ya xweyabû dema di got: Demokratiyet bo îraqê û mafên kurdistanîyan di destûr û qanûnanda. Li îraq û kurdistana otonom yan jî eviroke federaliyetê  chê wê girtiye di Aliyên piraktîkî da bi çespît û bi mafên xwe şad bibin.
Ji ber hindê di nav rêzên şoreşê da mil bi milê kurdên ji amedê bigire heta xwe li kerkûk û mhabad, û qamîşlo û duhok û colemêrgê didet, li gor şîyanên wê demê bira aşûrî û kldan û turkman û kurdên ola îzdîyatyê chê xwe di nav şoreşê da girt û hemû hêza xwe dida şoreşê, û gelek caran di ceberekî û bereyekê cengê da bi serbilindî ev xweş mêr û şêre jine di bûne cangurî û şehyid di bûn.

Lê ya min divêt ez amajê bi têbînî û dîtina xwe bikim: ku bi zeqî di ragehandina devera behdînan bi giştî di bîrewerîya burîna (51) salîya vêkeftina xetîra şoreşa mezna mezlûmiyetê beramber zaliman li ser lafîte û posterat û gotaranda di hate dubarekirin ew jî dema di got: Şoreşa îluna mezin!!

Di vê xalêda baş dizanim: Çi kes û alî neşên ji meznahiya şoreşê kêm bikin lê wekû di hevûkê da xweya dibît! Îlun ya mezne nekû şoreş! Ji ber hindê pêşinîyaz dikim: Ji bo vê destewajeyê, li şûna îlunê em mezin bikîn bila bêjîn şoreşa mezna îlunê!.