“Emîn, kurê min, ev tu yî?”
“Erê yadê, ez bi telefonekî din li we digerim. Ka kesek li mal nîne yadê?”
“Ez qurbana kurê xwe me, berxê min ne kanîka çavên min ziwa bûn, şev û roj li ser te digirîm. Ka tu li kû yî, çi dike, çima neyê mal?”
“Yadê min gelek bêriya we kiriye, çawa naxwazim werim mal? Ka min pirs kir, kî li male?”
“Kurê min, Emînê min weleh ji vê sibê ve bavê te, her du birayê te çûne nan û xazê bînin û va tarî kete erdê hêj jî nehatine.”
“Yadê, ez qurbana te bim li min fiêl bike. Ez nizanim dê rewşa çawa be. Yadê êdî tu ferqa pêlaveke qetiyayî li kolanan û serê însanan nîne. Kesek nema zanê ka kî kî ye? Di nava leşkeriya Sûriyê de bawerî nemaye. Seriyên jêkirî li kolanan rêz bûne. Li ser sergoyan dest, poz, ling û parçeyên canên qet qet kirî tijî bûne. Keç li ber çavê dê û bavan têne tecawîz kirin, jin li ber çavê mêrên wan têne tazî kirin, zarok bi saxîtî têne şewitandin. Leşkerên Sûriyê jî vê dikin, komên din jî van tiştan dikin”
“Welaaad…ez gorî, ez bi qurbana kurê xwe bim, ji wir were, xwe xilas bike. Ne kurê min gelek xortan xwe xilaskir.”
Kêliyekê bê deng ma, çend liberxweda nikarî, rondikan xwe ji çava berda û bi dengekî girî:
“Yadê, neweke berê ye. Cihê ez lê hawîr dor girtiye. Nikarim, bi xudê nikarim….” Hêj gotina xwe bidawî nekirî telefon hate birîn. Piştî çend rojan telefona mala Emîn kirin:
“Elo”
“Keremke”
“Ev mala Emîne?”
“Belê”
“Tu kî yî?”
“Ez bavê wî me”
“Kurê we Emîn dema bi lehengî li dijî komên terorîstan şer dikir bû şehîdê welatê xwe”