Serrûpel Nivîskar Rêvebirê giştî yê Rûdaw dinivisîne

Rêvebirê giştî yê Rûdaw dinivisîne

Belav bike

 

 

DAIŞ niha bûye neyarê hemû cîhanê. Çavê gelên cîhanê jî bêhtir li wan welat û hêzan e ku bihêztir û zûtir DAIŞê jinav dibin. Lewra piştî hatina Rûsya bi wê hêza xwe ya mezin bo navçê, Amerîka dev ji ramana pênc sal mabûna DAIŞê li Iraq û Sûriyê berda. Girtina Şingalê ya zû jî, hemû alî bêhtir serbest kirin di êrişkirina ser DAIŞê de. Çimkî vê carê Hêzên Pêşmerge bi awayekî maratonîk û bi ziyaneke pir kêm zora DAIŞê birin.

 

Herçiqasî sarbûnek di navbera Amerîka û Tirkiyê de hebe jî, lê vekirina navenda leşkerî ya Himêmîm li Lazqiyê beriya çend mehan û niha jî vekirina navenda leşkerî ya T4 li Humsê, rola Tirkiyê ber bi bihêzbûneke pir mezin dibe, nexasim ji ber navenda Incirlîkê û cihê wê yê cografî di serdestkirina rola Amerîka û hevalbendên wê li hember Rûsyayê.

 

Di salên heştêyan de, Yekîtiya Sovyetê nikarîbû bi serokê Sûriyê Hafiz Esed re bigihe rêkeftinê li ser vekirina navendeke leşkerî li Tertûsê. Çimkî Esed digot ku divê navenda moşekan a Sovyetê, Sûriyê ji êrişên Îsraîlê biparêze û divê fermana teqandina wan moşekan li dijî êrişên Îsraîlê jî di destê fermandariya giştî ya artêşa Sûriyê de be. Lê Sovyet razî nebû ferman di destê Sûriyê de be, lewma herdu aliyan li hev nekir û navend tenê wek navendeke pêşkêşkirina xizmetguzariyan bo keştiyên Rûsya li peravên Sûriyê ma.

 

Niha, yekemîn car e ku Rûsya xewna xwe pêk tîne û dibe xwediya statûyeke leşkerî ya mezin di Deryaya Spî ya Navîn de. Ev yek jî bandoreke mezin ya stratejî û leşkerî dide Rûsyayê. Bi taybetî hebûna wê li navçeyeke pir mezin a dabeşkirina enerjiyê û dirustkirina metirsiyê li ser çavkanî û rêyên guhastina enerjiya cîhanê.

 

Bi vî rengî jî projeya gihandina gaza Qeter û welatên kendavê bo Ewropayê bi rêya Sûriyê bi temamî têk diçe. Beriya çend salan dîsa ji ber bandora Rûsya li ser Sûriyê ev proje hatibû rawestandin.

 

Helwesta bi mij û moran a Iraqê derbarê nêzîkbûna ji bereya amerîkî yan rûsî di şerê DAIŞê de, giringiyeke zêdetir dide statû û bandora Başûr û Rojavayê Kurdistanê, herwiha rol û giringiya Pêşmerge û şervanên kurd li herdu parçeyan berçav dike.

 

Lewma îro pir pêwist e ku hêz û aliyên Kurdistanê bi hev re rûnin û li ser stratejiyeke hevbeş li hev bikin. Bi kêmanî hêz û aliyên Başûrê Kurdistanê bi hev re rûnin û hêzên Rojavayê Kurdistanê bi hev re rûnin û zanayên Kurdistanê jî dest bi vekolînan bikin daku Kurdistan di “şerê cîhanî yê sêyem”de jî winda neke û berjewendiyên xwe bidest bixe.

 

Hatina Rûsya bo navçê jinavbirina leşkerî ya DAIŞê pir bilez kir. Lê roleke mezin diyarî Tirkiyê jî kir. Lewma aliyên Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî aliyên desthilatdar divê bi hûrbînî rola mezin a Tirkiyê lêkolîn bikin, heke na dibe ku Rojavayê Kurdistanê gelek tiştan ji dest bide.

 

Vêga beşdariya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di rêvebirina desthilata Rojavayê Kurdistanê de, li berjewendiya xelkê Rojavayê Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Demokratîk “PYD”ê bixwe ye jî. Çimkî Tirkiyê ne li dijî ENKSê ye. Ev yek jî rêya danûstan û tevger û berjewendî çinîneke mezin dide Rojavayê Kurdistanê û PYDê.

 

Ji bo Başûrê Kurdistanê jî giring e hebûna DAIŞê li seranserê navçê bê tunekirin. Lê divê plana Başûrê Kurdistanê ya piştî nemana DAIŞê hebe. Niha hemû hêzên mezin çavê wan li rola Pêşmerge ye û rêzê li wan digirin. Lê Pêşmerge hêza çekdarî ya neteweyeke xwedî kêşeyeke siyasî ye. Lewma Pêşmerge hêzeke siyasî ye û daku serkeftî be divê armanceke siyasî biçine, ew armanc jî divê ji niha ve diyar be.

Ako Mihemed: Rêveberê Giştî yê Rûdawê