Cenazeyê Elçî îro şandin Cîzîra Botan
AVESTA KURD - Cenazeyê parlamenterê serbixwe yê Amedê û serokê giştî yê KADEP’ê Şerafedîn Elçî li balafirxaneya Amedê hat wergirtin û ber bi Cizîra Botan ve hat birêkirin. Cenaze ji aliyê hevserokên KCD’ê Ahmed Turk û Aysel Tugluk, parlamenterên BDP’ê Sırrı Sakık, Adil Kurt, İdris Baluken, Emine Ayna, Nursel Aydoğan, Altan Tan, Ertuğrul Kürkçü, şaredarê Amedê Osman Baydemir û gelek welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Di pêşwaziyê de wêneyên Elçî, pankartên bi dirûşmeyên ‘Di qada tekoşîna demokrasiyê de êdî cihekî we jî heye’, ‘Gelê me we ji bîr nake’ û ‘Em we ji bîr nakin parlamenterê Amedê Şerafedîn Elçî’.
Bîranîna ev 34 qurbaniyan jiyan rawestand
AvestaKurd - Salvegera Komkujiya Roboskiyê li gellek der û deveran jiyan rawestand. Li Mêrdîn, Amed, Êlih, Mûş û Şirnexê û navçeyên ev bajaran, esnafan darebe venekirin û xwendekar neçûne dibistanan.
Xelkê Amedê çiqas bi saziyên dewletê bawer dike?
AvestaKurd - Ji aliyê SAMERê ve li Amedê lêkolînek hate kirin. Lêkolîna ku di mehên Mijdar û Berfenbarê de hat kirin de derkete holê ku xelkê Amedê bi saziyên dewletê bawer nake.
Kosret Resûl cihê Talabanî girt
AVESTA KURD - Cîgirê serokê YNK Kosret Resûl ku kesayetiya herî bi hêze di nava Yekîtî Niştimanî Kurdistan de ku Celal Talabanî seroktiya wê dike, cihê serok girt
Nizamettin Ariç klîpa Êşa Rojava amade kir
AVESTA KURD - Hunermendê Kurd yê bi nav û deng Nizamettin Ariç ku di nava Kurdan de weke Feqiyê Teyran jî tê naksirin, klîpeke bi rêkûpêk li ser êşa gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê amade kir.
Xortê Kurd yê ku Tirkî nizanibûye daleqandine
AvestaKurd - Serdozgerê Dadgeha Îstiklalê yê Amedê Ahmet Sureyya Orgeevren, di pirtûka bîrarînên xwe de qala bûyereke dilsoj dike. Piştî serhildana Şêx Seîd, xortekî Kurd tînin dadgehê. Ji ber ku xortê Kurd bi Tirkî nizane, dadger biryara dardakirina wî didin û heman şevê înfaz dikin.
Erdogan gelekî giran axifî
AVESTA KURD - Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, do êvarê di bernameyeke zindî ya televîzyonê de, li ser nîqaş û babetên rojeva Tirkîyê û derveyî welêt daxuyanîyên girîng dan.
Serokwezîr ligel sefîrê Amerîka civiya
AVESTA KURD - Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya sefîrê Amerîka li Iraqê Steven Beecroft kir.
Xêro konserteke din dide Kurdên rojava
AVETSA KURD - Hunermendê Kurd yê navdar û hezkirî Xêro Ebas careke din berê xwe dide Kurdistanê û li bajarê Duhokê ji bo Kurdên rojava konsertekê dide
Dîzeyî: Vekirina sînor ne di destê me de ye
AVESTA KURD - Ji bo gotûbêjkirina pirsa vekirina deriyekî sînor ê di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de civînek navbera Desteya Bilind a Kurd (DBK) û komîteyeke hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat lidarxistin. Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got: “Vekirina sînor ne di destê me de ye.”