Serrûpel Nivîskar Gûmankarê kiryarên terorê – Malikî bi xwe ye!

Gûmankarê kiryarên terorê – Malikî bi xwe ye!

Belav bike

Dilê Kurdistanê – Kerkuk, di nav van du hefteyên dawî de cara duyem bû armanca terorek rûreş. Berî hefteyekê Baregahê Partiya Demokrat a Kurdistanê û niha jî navenda Polisan a Kerkukê bû armanca terorê.

 

Ev du sal bûn ku li Kerkukê karên xwekujî nemabûn, lê piştî Operasyona Dicle ya bi fermana Serokwezîrê Iraqê Nuri Al Malikî li hemberê deverên Kurdistanê li derveyî kontrola Hukimeta Heremê Kurdistanê pêkhat, ev şeşemîn car di nav şeş mehan de karên teroristî li Kerkukê lidar dikevin. Bêguman ev yek yekerast gumanan davêje ser Nuri Al Malikî bi xwe ku dixwaze diktatoriyê li Iraq a Federal temîn bike. Berî çendîn rojan bi xwe di axaftinek xwe de Malikî diyarkir ku: Dikatorî ji bêserûberiyê baştir e! Li gor Malikî bêserûberî: cîgahên ne di bin kontrola bi xwe de ne! Ango deverên Kurdistanê  ku ev diktator nikare bixe bin kontrola xwe de cîgahê bêserûberiyê ne! Guman jî ew e ku ew bi xwe li pişt van kiryarên teroristî ye  û bi fermanên wî ev çalakiyên rûreş hatibin organizekirin!

 

Civata navneteweyî, bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerika divê bala Malikî bikşîne ku kiryarên wî li Iraqê û bi taybetî li Herêma Kurdistanê ya di bin kontrola Hukimeta Herêma Kurdistanê û yên ne di bin kontrola Hukimeta Herêma Kurdistanê  jî: kiryarên nayên qebulkirin in. Malikî divê siyaseta xwe ya gemarî û diktatoryane biguherîne, na xwe dibe xeterek mezin ji bo ewleyiya Iraqê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî!

 

Tehamul û sebra hemberê Malikî û siyaseta wî ya êrîşkar, diktator û terorîst hedek xwe heye! Ew bi van kiryarên xwe yekîtiya Iraq a federal dixe bin xeteriyek mezin de û ew rê li pêş Kurd / Kurdistanê vedibe ku li gel siyasetek weha ya diktatorî, ne ewle û paşverû – ekstremist a Bexdayê de nexwazin domdar bin! Li welatê xwe – li Kurdistanê ewleyiya xwe, pêşeroja xwe, qedera xwe bi xwe bixin destê xwe de!

 

Dilê her çar Kurdistanê dîsa li gel brayên xwe li Kerkukê lêdide! Xwedayê dilovan rehmeta xwe bide şehîdên Kurdistanê li Kerkuk a dilovan.

Stockholm, 03 sibat 2013