Serrûpel Berhemên Nû Ji Paşa Amedî Pirtûkeke nû “Çûka keko Peko”

Ji Paşa Amedî Pirtûkeke nû “Çûka keko Peko”

Belav bike



Çîrok çand e, çîrok dîrok e, çîrok kevneşopiya gel e…çîrokên me malê netewa me ye.

Ku zarok çîrokên bapîrên xwe guhdar bike an bixwîne wê xwe di nav çanda xwe de xwe bibine, yê bi hestên dapîr û bapîrên xwe bijîn, wê di navbera wan de tu qutbûn çê nebe, herwiha zarokên me wê li ser koka xwe şîn bibin û xwe nas bikin.

Paşa Amedî, çûye gund, çîrokên gundê xwe berhev kiriye, pirtûka xwe bi navê “Çûka Keko Peko/Pepûk” pêşkêşê xwendevanan kiriye.

Pirtûk ji 11 çîrokan pêk tê, ji alê weşana Nûbiharê ve hatiye weşandin.