Meriv ji zimanê xwe dixeyîde? Meriv ji hebûn û kesayeta xwe nefret dike?
Heke dewlet, dewleta dagirkerê tirk be, bindestên wê ev Kurd bin, yên ku tên hêrandin di aşên asîmîlasyonê da ew zarokên Kurdan bin, belê! Meriv dixeyîde!
Meriv hebûna xwe, pêşeroja xwe, ziman û nasnameya xwe radestê dewleta faşîst a nijadparest a tirk bike, ne seyr û ecêb e, ku ew zarok ji zimanê xwe bixeyîdin, pişta xwe bidinê û nexwezin ti car pê bipeyîvin!
Ji bo îbretê alem em çend hevok ji vê hevpeyîvîna jêrîn bixwînin:
„ – Canê navê te çi ye?
– Sîbel.
– Tu çend salî yî?
– 13
– Tu kurdî dizanî?
– Na. Kurdî zimanekî pîs e!
– Çima kurdî zimanekî pîs e, Sîbel?
– Ewk, mamosta çimkî zimanekî pir xirab e. Lewma ez ê wî nepeyîvim!
– Çima xirab e, canê?
– Lewma, gelek tişt dibin mamosta…
– Çi?
– Yanê mesela em li dibistanê bi kurdî bipeyivin, hevalên me bi me ra napeyîvin, gilîyên me bi mamosta da dikin. Herkes qerfên xwe bi me dike. Dibêjin çima hun tirkî hîn nebûne? Ji ber ku hevelên min qerfên xwe bi min dikin, ez jî êdî nema kurdî dixwezim. Zimanekî pîs e!
– Baş e, dê û bavên te li malê bi kurdî dipeyîvin?
– Erê.
– Tu bi dîya xwe ra bi kurdî dipeyivî li malê?
– Ewk mamosta ez naxwezim edî ticar bi kurdî bipeyîvim. Ew tiştekî pîs û xirab e. Ji ber ku ez bi kurdî peyivîm, ji min ra gotin “dîn” e û ez anîm vê derê.
……”
Sîbelê û bi dehan zarokên mîna wê, ji ber ku zimanê wan ên dê bi Kurdî ye, di dibistanê da nekarîne bi tirkî bipeyîvin, yanê baş asîmîle nebûne, ew şandine dibistanên taybet ên zarokên kêmendam, zarokên ku astengîyên wan ên rûhî û otîstîk hene. Bi almanî ji van dibistanan ra dibêjin “Sonderschule”.
Kejê Bêmal û Sîbel
Sîbel
Hevpeyivînê, rojnamevan Kejê Bêmal bi sernivîsa “Zarokên ku ji zimanê xwe xeyîdîne” wek dosîya amade kirîye. Hevpeyivîn bi tirkî ye û bi navê “Diline küsen çocuklar” di çend malperên mîna Gelawêj, Rojeva Kurdistan, Dengê Kurdistan da belav bû. Ev hevpeyivîn divê zûtirîn dem were vegerandin bi kurdî…
K. Bêmal li Stenbolê di wan dibistanên biasteng da rastê gelek zarokên Kurd tê ku ti astengîyeke wan ên fizîkî û rûhî nîne û tenê ji ber bi tirkî nizanin, şandine van dibistanan.
Yanê ji ber ku zimanê wan ên dê kurdî ye, mora “kêmendamîyê, zênkorîyê” li wan xistine û ew şandine van dibistanan. Ev zarokên “spsaxlem”, “amûtam”, ev zarokên mîna “cin.”
Ev bûyer li welatekî din ba niha qîyamet rabibû.
Li gorî K. Bêmal ji sedî heştê zarokên Kurd in, li wan dibistanên biasteng.
Lê, ji sedîsed hemû dibistanên sîstema perwerdeya tirk ên li Kurdistanê dibistanên bi asteng in, ji bo zarokên Kurd. Ew zarokên asîmîlebûyî, di wan dibistanan da winda bûn, di wan aşan da hatin hêrandin. Gîyan û kesayeta wan hat pişavtin.
Astenga herî mezin ev e ku zimanê xwe ji bîr kirine, ji hebûn û kesayeta xwe rûhen bi dûr ketine û fîzîken jî xwe dişibînin tirkan. Jixwe di vê noqteyê da bixwe anormalîyek heye, kêmaqilîyek heye, rûxînerîyeke kûr a derûnî heye.
Kesek zimanê dê li were qedexekirin, bi salan bi zimanekî bîyanî asîmîle bibe di perwedeyê da, ew însanek ne normal e. Hem rûhî û hem jî psîkolojîk.
Ne salên dûrûdirêj, tenê saetekî dersê di dibistanê tirkî da bînin ber çavên xwe, ka di çi halê da ne zarokên kurd, ku nikarin xwe îfade bikin. Çawa xwe diqincilînin, xwe vedikişînin û heta ew ders xilas dibe xwêdan ji pişta wan davê!
Paşê jî dibin pixût (Kesên ku hundurê xwe ji derva ra digire. Di vê rewşê da gelek nexweşîyên psîkolojîk dikare lê peyda bibe.) heta dawîya jîyên xwe.
Dewleta tirk bi rik û îsrar vê sîstemê bi sûceke mezin bi salan e dimeşîne daku hemû Kurdan bike “Tirk” û pê miletekî “pîç” biafirîne.
Ji osmanîyan heta îro di vê afirandinê da xwedî bi ezmûneke kûr e jî dewleta tirk.
Ji ocaxên devşirme, heta înstîtûyên gundan (köy enstituleri), dibistanên herêmî yên bi şev, (yatili bölge okullari) û hemû dibistanên wan ên îroyîn li Kurdistanê wek aş yan jî fabrîqe dixebitin, ji bo jenosîda ruhî û kulturî.
Di van sazîyên ku mîna qesapxane çermê însan guran û li şûnê postê gur û rovî li wan kirin da çend mîlyon robotên rûh osmanî, turk-îslam, turk-kemalîst afirandin li holê ye!
Çend M.Akîf Ersoy, Sabîha Gökçen, Kemal Kiliçdaroglu ava kirin li ser bedenên resen li meydanê ye!
Çend kultur, çend millet ji navê birin?
Û hîna jî berdewam in li çêkirina robotan! Li wan sûcên xwe yên rûreş!.
Ev e faşîzm! Ji ya Hîtler jî xirabtir!
Parêzerekî di wê hevpeyivînê da ji K. Bêmal ra dibêje: Kurd, pêwist e vê bûyera ku bi serê zarokên kurd anîne, doza perwerdeya zimanê dê bibin dadgeha mafê miravan a Ewropayê, gilîya dewleta tirk bikin.
Belê, ji bo hinek teşîr û tesellî baş e.
Lê hunê gilîya kî bi kê da bikin?
Bi sedan dozên gilî û gazincan hene di derbarê dewleta tirk da li dadgeha Ewropayê. Encam çi ye? Cezayê pere, yanê sifir!
Rejima Tirk pereyê xwe dide sûc dikire. Yanê berdewam e li sûcên xwe!
Doza zimanê dê, azadkirina wî, doza Kurdistanê ye.
Terikandina rûhê tirkhezîyê ye. Doza qetîna misoger ji dewleta tirk e.
Kengê?
Kengê me Sîbel, Dîlan, Bawer, Rizgan û bi mîlyonan zarokên xwe neşand dibistanên tirk, kilît li derê wan aşên asîmîlasyonê xist, em dê hîngî bikarin wan rizgar bikin ji windabûnê, ji mirina rûhî.
Zarokên bi zimanê xwe ra aştbûyî dikarin bibin pêşeroj, ne yên xweyîdî!