Serrûpel Hevpeyvîn Xortekî ji Rojava li Norwêc bû parlamenter

Xortekî ji Rojava li Norwêc bû parlamenter

Belav bike

Manî Husênî, kurê nivîskarê Kurd Ebdulbaqî Hisênî li Norwêcê ji bo parlamanê hate hilbijartin.

Mani di sala 1987 de li Qamişlo ji dayîk bû ye, li Norwêcê tevlî siyasetê bû ye û li ser lîsta Partiya Karkeran bû parlamenter, ew yekem Kurdê Sûriyê ye ku li Norwêcê dibe parlamenter.

Manî ji sala 1998 ve tevî malbata xwe li Norwêcê dijî.

Li Norwêcê li zanko beşê zanistên mirovî – siyasî xwendiye û bekelaryos wergirtiye.
Zewiciye û bavê 2 zarokan e.