Serrûpel Berhemên Nû Ji Weşanên AVA pênc berhemên nuh

Ji Weşanên AVA pênc berhemên nuh

Belav bike


 
 
LAWIKÊ XERZÎ DI NAV WEŞANÊN AVA DE DERKET!


Mahmûd Baksî di vê kitaba xwe ya bi navê Lawikê Xerzî de vedigere dema zarotiya xwe û serpêhatiya xwe ji me re vedibêje. Di siya vebêjiya serpêhatiya Baksî de wêneyekî welêt yê salên bihurî bi hemû zelaliya xwe derdikeve hemberî me. Mahmûdê biçûk yê ku wek teyrikekî li der û dora çemê Xerzan baskên xwe li hev dixist, di salên xwe yên xortaniyê de ji Xerzan koç kir û berê xwe da Swêdê.
Ji bo ku Mahmûd Baksî swêdiyan jî bike şirîkên serpêhatiya kurdan, wî ev kitêba xwe bi hevala xwe Elin Classonê re bi swêdî nivîsand. Lê Firat Cewerî berî wefata wî ev kitêba wî wergerand kurdî û li welatê xeribiyê di nav weşanên Nûdemê de derxist! Me jî wek Weşanên AVA li welatê ku bi hesreta wî bû, ji nû ve berhema wî derxist.
 
Sê berhemên Ronî War yê nuh: Deftera Wenda, Behlulê Dîwane û Mele Nisredîn

Bi salan e ku xebat û kar û barên girîng li ser wêjeya gel tên kirin. Tevlî vê keda mezin jî em difikirin ku hîna jî wêjeya gel têra xwe nebûye para nivîsê û têra xwe nehatiye çapkirin. Wêjeya gel perçeyek ji jiyana me ye, ji xeberan hetanî tekirmeyan, ji şîretan heta nifiran her yek ji wan beşek ji vê mijarê ne. Û gava em bala xwe didinê em dibînin ku li hemû derê dinyayê wêjeya gel, wêjeya devkî bandorek mezin û erênî li nivîsa nûjen kiriye. Ji bo pêşketina wêjeya nûjen gelekî girîng e. Lê wek ku me li jor jî got tevlî ku ev beşa wêjeyê ango wêjeya gel di nav me kurdan de gelekî dewlemend e jî têra xwe neketiye rûpelên pirtûkan. Divê em têkevin nav gel û bîra gel vekolin; vê xezîneya veşartî ku bi salan hatiye parastin derxin û bikin malê nifşê nuh. Lewra ev xezîne xwediyê cihekî taybet û pîroz e.
Heta niha Ronî WAR dudu jê werger pênc çîrok û pênc roman li pirtûkxaneya kurdî zêde kirine, niha jî mesele û çîrokên ku di nav gel de gelekî dihatin gotin ku hêla wan ya qerfî li pêş e di sê berheman de daye hev û derdixe pêşberî we. Van berhemên hêja; Deftera Wenda, Behlulê Dîwane û Mele Nisredîn ji wêjeya gel hatine berhevkirin û li ser asasê kevneşopiyan hatine sazkirin.
 
Ji bona zarokan jî Kevokvanê Keçel /Samed Behrengî derket!

Di dem û dewranên berê de ango dema pirtûkên çîrokan tunebûne bapîr û dapîrên me bi çîrokên çîrokbêjan mezin bûne. Di van çîrokan de li meselokên cin û periyan li lehengên gurçik ji pola, li ajalên ku dipeyivin, li heqî û neheqiyên ku dihatin kirin û li gelek tiştên din guhdar dikirin van tiştên ku guhdar dikirin jiber dikirin û van jiberikirinên xwe ji nifşên dû xwe re vedigotin.
Piştî wê pirtûk ketin jiyana mirovan. Helbet pirtûk tahma gotina vebêjer nade lê wê valahiyê dadigire. Loma wêjeya zarokan bi serê xwe tiştekî pir giranbuha ye. Ji ber ku xeyalên zarokan bi hêz û xurt dike, dinyaya zarokan fireh dike, ziman û zanîna wan bi pêş dixe ku ev ji her tiştî girîngtir e. Pêşketina ziman û zanînê jî dike ku astengî û pirsgirêkên ku dikevin jiyana zarokan, zarok bi xwe serî bi wan re derxe û bi serê xwe biserbikeve. Ji hêla din ve ji bo kefxweşî û dilşadiya zarokan jî wêjeya zarokan pirr girîng e. Ji bo xwe û yê hember xwe fêm bikin, ji bo dem û cihên cihê nasbikin, ji bo lêkolînê bikin û bîr bibin, ji bo hevokên bê qisûr û bi tesîr saz bikin jî berhemên zarokan muhîm in. Bi taybetî ji bo pêşxistina ziman pêdivî bi berhemên wêjeya zarokan heye. Lewra wêjeya zarokan bi serê xwe rehberek e û jiyanê bi zarokan dide nasîn.
Niha em ji wêjeya zarokan ya cîhanê bi wergera Ba Qoserî berhema Samed Behrengî ya bi navê Kevokvanê Keçel dikin malê zarokên kurd! Bi hêviya ku bi dilê wan be!