Serrûpel Nivîskar Barmîlek petrol

Barmîlek petrol

Belav bike


„Barmîlek petrol girantir e ji edaletê.”

Gotineke rihmetî ya mela Mistefa Barzanî ye.

Îro hîn jî di rewacê da ye ev gotina navdar li Kurdistan û li rojhilata navîn.

Hem jî pirtir ji demên berê. Niha barmîl têr nakin bi lûleyan difiroşin û dikirin petrola Kurdistanê. Difiroşin kî? Difiroşin dewleta Tirk! Li hember çi?

Li hember tam bicîbûna wê ya li başûrê Kurdistanê!

Mîna ku bakûr têr nekiribe!

Seyr e! Rewşeke rezîl û rûswa ye!

Metirsî mezin e!

Berbirsîyarî û gunehbarî jî!

Di vê kirîn û firotinê da şîrketên rojavayî jî hene, lê para herî mezin a dewleta Tirk e, di giştîya aborî ya başûrê Kurdistanê da.

Şîrketên rojavayî bazirganîya xwe dikin û diçin. Hesab û kitabeke wan ên “dagirkirinê” nîne. Qenebe di vê sedsalê da.!

Tirk bi aborî, îstîxbarat, ziman, perwerde, mûzîk û medyaya xwe va, hiş û mejîyan bihust bi bihust, bi şev û roj dadigirin başûrê Kurdistanê.

Ne barmîl, biqasê gramekî jî giranîya edalet, maf û dadmendîyê nemaye!

Ne tenê petrodolar, tu vîllayek bidî yekê/î li Hewlêrê wê hemû derî û pencereyan heta dawîyê veke ji dagirkerên tirk ra û ew dê wan biferîmîne heta serê jor.

Bakûr jixwe ji dest derçûye!

Hîç demek evqas erzan nebibû Kurdistan! Bi her çar parçeyên xwe va…

Kesayet evqas winda nebibû yan jî, jar û lawaz û reben neketibû, ti demek bi qasê vê demê, di sîyaset û rêveberîya kurdî da!

Hêvî dikim ez şaş bim û dîrok min biderewîne. 

Hun dixwezin em qasek berê xwe bidin dîrokê?

Em barbarîyên di dema osmanîyan da bihêlin li alîyekî..

Dîktatorîya Mistefa Kemal, piştê komkûjîya 1938 an a Dêrsimê, hema berê xwe dide Antaqyayê.

Di sala 1939 an da Antaqyayê îlhaq dike, ji bo çend mehan hukumateke taktîkî jî li wir didamezirîne, paşê bi lez niştecîyên tirk di vir da bi cî dike û dûre bi referandûmeke sexte vê derê dadiqurtîne û ne sihêr e, ne keramet, hokûspokûs tevlê tixûbên “Tirkîyeyê” dike. Mîna yên din nav jî lê diguherîne dike, “Hatay”.

Desthilat diguhere lê hişmendîya dagirkerîya tirk her wek xwe dimîne. Di sala 1974 an da bi hêrîşeke leşkerî vêca bakûrê Qibrisê dadigire. Deh sal bi şûnda jî dewleta bakûrê Qibrisê bi ser „Tirkîyeyê” va îlan dike.

Girekîyên vî welatê hîn jî li kûştî û windayêyên xwe digerin.

Dewletên rojavayî ji ber berjewendîyên xwe di nav zemanê da êdî pejirandine, ku ev bakûrê Qibrisê parçeyeke asayî ya “Tirkîyeyê” ye.

Du leşkerên Tirk ku di radeya yekemîn da berpirsîyar bûn di dagirkirin û komkûjîya bakûrê Qibrisê da, paşê di salên darbeya faşîst a 1980 an da li bakûrê Kurdistanê hatin peywirdarkirin.

Ji wan Kemal Yamak bû serfermandarê qolordîya Dîyarbekirê, Esad Oktay Yildiran jî bû serqardîyanê zîndana Dîyarbekirê.

Wan garanek K.Yamak, E.Oktay, Zîya Gokalp û Silêman Nezîf hene… 

Ma ev çend mînak ne bes in, ji bo ku hiş were serên me?

Gelo Tirk evqas bi hêz in?

Misoger, na!

Dema bê kurd bimînin, rebentir in ji me.

Ez-tu-em, wan bi hêz dikin.

Bi taybet li Bakûr û li her derên welêt!

Mîna her gav!