Serrûpel Berhemên Nû Ji Weşanên AVA sê Berhemên Nû derketin!!!

Ji Weşanên AVA sê Berhemên Nû derketin!!!

Belav bike

Beytika Gewrik

 

Ji Beytika Gewrik: “Tavilê ket dirûvê beytikek gerok û tevlî ku temenê wî li dor çil û çaran bû jî, bi sivikahiya baskê beytikê re xwe ewilîn li asîmanê bajarê qedîm yê li kêlaka Dîjleyê ye û bi sûran dorpêç kiriye girt, paşê ber bi rojhilat ve bask li hevdu xist û çû…
Beytika gewrik çû zaroktiya wî ya sih sal berê.
Piştî gera dirêj beytika gewrik li ser darek spîndarê venişt.
Dibistana zaroktiya wî bi çend dîmenên ji hiş dernayê û ji bîr nabe, ji nû ve li ber çavên wî ket rêzê…”

Pirtûkek nû, çîrokên balkêş, êş û janên hevpar û nêzîkbûnek cûda…

Weşanên AVA

Mahmut Ozçelîk

96 Rûpel

 

 

Li mala Mîr Celadet Alî Bedir-Xan

 

Rola Mîr Celadet Alî Bedir-Xan di dîroka ziman û edebiyata kurdî de mezin û bêhempa ye. Wî hemû jiyana xwe di oxira ziman û edebiyata kurdî de bihurand û bi kapasîteya xwe ya xurt dixwest hîmê rewşenbîriyeke kurdî ya xurt biavêje. Lê piştî wefata wî, rûpelê wî zû hat girtin, hat jibîrkirin û çend nifş ji xebatên wî bêpar gihîştin. Di salên nodî de Firat Cewerî bi riya kovara Nûdemê û ji nû ve weşandina kovara Hawarê ev rewşenbîrê me yê bêhempa derxist, gihand nivşê me û aktuel kir.

Di vê kitêba ku bi forma romaneke modern de hatiye hûnandin, Firat Cewerî li mala Celadet Bedir-Xan, li xatûna wî Rewşen Xanimê dibe mêvan û bi Mîr Celadet Alî Bedir-Xan re dikeve diyalogeke kûr û piralî. Di siya xewn û rastiyê de portreyekî Mîr Celadet Alî Bedir-Xan yê zelal hêdî hêdî derdikeve holê û tahmeke edebî ya xweş li dû xwe dihêle.

 

Weşanên AVA

Firat Cewerî

112 Rûpel

 

Şemar û Solên Rengîn

 

Ji pênûsa Bêrî Bihar, xebateke nip î nû û pirtûkek zarokan a nuwaze… Xweza, ajal, dostanî, hevkarî, jîr û jêhatîbûn û dîtbariyek ewreng…

Şemar û Solên Rengîn. Ew ê zarok şelekî ji Şemar û çîroka wî hez bikin. 

 

Weşanên AVA

Bêrî Bihar

16 Rûpel