Serrûpel Berhemên Nû Hejmar 6 ya kovara Dîwar derket

Hejmar 6 ya kovara Dîwar derket

Belav bike

Me xwest ku em di riya mijara xwe ya sereke re vê carê balê bikişînin ser çîroka kurdî. Ji bo vê yekê me rê da sê nivîsên cuda. Yek li ser çîroka ku bi zaravayê kirdkî an kirmanckî tê nivîsandin, ya din li ser çîroka ku bi kurmanciya jorîn tê nivîsandin, çîroka Rojava wekî nimûne û ya dîtir jî li ser çîroka ku bi zaravayê kurmanciya jêrîn an soranî tê nivîsandin û bi zimanê yek ji nivîskarên vî zaravayî.” Nivîskarên ku beşdarî mijara sereke bi çîrok û nivîsên xwe ev in:

Roşan Lezgîn- Zana Omer -Eta Nehayî -Narîn Omer- Fahrî Ayhan -Newaf Mîro -Azad Dilwar -Mehmet Şarman -Luqman Silêman- Mehmet Yildirim Çakar
Girêdayî wê, hevpeyvîn bi yek ji nivîskarên sereke yên çîroka kurdî Hesenê Metê re, heye. Wekî hemû hejmarên din, di vê hejmarê de jî gotar û nivîsên li ser wêje û çanda kurdî cih digirin. Çiya Mazî li ser çanda aşiqan yan jî mitirban û Hesen Dewrêş li ser bêzimaniya ketiyan nivîsandine. Di beşê wergerê de, Cewad Pale çend nimûne ji berhemên hostayê wêjeya farisî Ehmed Şamlû wergerandine kurdî. Ji bo portreya mehê jî çîroknivîsê kurd Yakob Tilermenî ji bo vê mehê hatiye hilbijartin.