Allahûekber,
dibêje serî datîne, allahûekber dibêje serî radike, allahûekber dibêje serî jêdike.
Hezar û çarsed sal in wiha ye rewş li rojhilat, li welatên musilman.
Dewlet û dewlemendên wan welatan bi înşallah û maşallahan xelkên nezan ên belengaz û hêza xwe her duqat dikin. Hemû bêsincî xwînrijî, hîlle û dalewêre ji bo wan rewa ye!
Bi dengên “allah allah”, “allahûekber” ku dagirkirina welatan, talankirina mal û milkan, destdanîna ser mal û namûsê û serjêkirinê ji xwe ra helal û rewa dibîne!
Gel û milletên van welatan di nava nezanî, xizanî kûştin û talanê da dirizin û mane di nava reşetarîyeke nedîyar da. Ji ber ku li hesabê wan tê, dewletên rojavayî jî mîna USA û EU vê reşetarîyê li gorî kêfa xwe bi kar tînin.
Heke hebe, masûmîyeteke ol û bawerîyan, ew jî çend rojên destpêkê ne. Dema ku bûn hêz, dibin xeddarên herî erjeng.
Ev bawerî ne tenê di şer da, di malê da jî xeddar û serjêker e. Darê wî her tim li ser pişta jin e di malê da, vê zayenda nîveke din a jîyan û mirovahîyê kirîye benî. Serê wan jêdike, li meydanan recim dike, li staduyoman gulle bera serên wan dide.
Ev zîhnîyet heta li Ewropayê jî bedenên jinan parce parçe dike ji pencereyê davê ser kolanê. Psîkolojîk nexweşên giran in kirdarên van kiryarên hovane.
Bi hezaran mînakên wiha! Bi sedan salan e jin kirîye neyarê zayenda xwe. Ku bi dehan ji wan her carê bedenên xwe davêjin nav êgir ku xwe ji vê benîtîyê rizgar bikin. Bi taybetî jî li Kurdistanê ku bandora vê bawerî û bi ser da jî dagirkerî, xelkên wir dehbare şidandîye.
Ka we pêşketinek zanistî, teknîkî, ramanek, feylesofîyek ku sûdwer be ji bo hemû mirovajhîyê dîtîye li wan welatên rojhilat? Ji xeynê nezanî û sextekarîyê.
Cîgireke serokwezîrê Tirk di bin maskeya îslamî ya sîyasî da li xwe mikur tê û dibêje:
”Em hemû berê mucahîd bûn, niha bûne mûtehîd.” !
Ji bo teknîk û zanistîyê, heta ji bo başkirina tendirûstîya xwe jî bûne parsekên ber derên welatên rojavayî, ew dewletên musulman ku li welatên rojhilat bûne belayên serê gelan.
Nenihêrin ku li Dubai, emîratên Ereban avahîyên sedqat avakirine û bi petroldolaran di nava jîyaneke bi îhtîşam a ezametwarî da ne.
Sibe petrol bimiçiqe li wan erdan, li şûna asansora ku welaten rojava çêkirîye ji bo wan, herhal ew dê bi hêstir û tizbîyan derên qata sedan..!
Ewrên reşetarî yên li ser rojhilat! Kîjan desthilatdar tê ji xwe ra bi kar tîne vê reşetarîyê. Dike bombe û diteqîne di bedenan da.
Roj nîne ku kolanên bajarên rojhilat bi hewar û fîxan neşibin gola xwînê!
Vaye çeteyên “el Nusra” yên di bin kontrola “Tirkîyeyê” da serîyan jêdikin li rojavayê Kurdistanê. Wêneyên wahşetê di înternetê da belav bûn. Kirtekirta dengên hestîyan ku bi xenceran jêdikin, dengên allahûekber, serên ji bedanan jêkirî, devên wan ên bi xwîn, destên wan ên bi xencer û xwîn..!
Wehşet!
Bi sedan kûştîyên sivîl ên bêguneh! Piranîya wan zarok û jin! Zarokên ku bi dengê “allahûekber” serê wan tên jêkirin, jinên ku bi heman dengê namûsa wan tên binpêkirin! Bi heman dengê mal û milkên tên yaxmekirin.
Divê meriv bêdeng nemîne li hember vê wahşetê, heke piçek xiret û namûs mabe!
Li vir pirseke girîng jî ev e: Li şûna artêşa partî û serokan, artêşeke neteweyî ya Kurdistanê hebaya, gelo çeteyên dagirkeran wê biwêrîna destdirêjîya gel bikirina? Xelk dê wisa bi hêsanî cî û warên xwe biterikanda? Netenê li rojava, li bakûr û rojhilat jî..
Armanc: Tirsandina gel e, ku ji cî û warên xwe koçbar bin û herin li metropolên tirkan bibin parsekên loqmeyekî nan û li vir jî namûsa wan paymal be bi destên şîrketên fihûşê. Ev şîrketên bênamûsîyê jixwe yekser di bin kontrol û hewisandina hêzên ewlekarî yên dewleta Tirk da ne. Belge û dokumentên wan bi têra xwe di medîyayê da hene.
Baş e, maqey ev wahşetên wan nû ne li Kurdistanê?
Em yên berê dayînin li alîyekî, tenê van sîh salên dawîyê, MIT, JITEM, hêzên taybet, hizbillah (ku ji ciwanên xapandî yên Kurd pêk dihat.), qorucî, ma handik hatin bikaranîn li Kurdistanê?
Hebûna artêşa Tirk a li Kurdistanê bi xwe çete ye.
Ew wêne û nûçeyên do mîna îro li ber çavên min in: Serên jêkirî di destên leşkerên Tirk da, tecawizkirina laşên jinên şerwanên azadîxwaz, ji poz û guhên jêkirî çêkirina tizbîyan, nêzîkê sîhezar kesên hatin revandin, satorkirin, gullebarankirin û windakirin, newala qesaban, bîrên kilsê ku hestîyên widayîyan jê derdiketin û bi hezaran gorên windakirîyan ku her roj yeke nû lê zêde dibe, berhemên kî ne? Kî ye berpirsîyarê van kiryarên wahşet?
Ji nîvê pirtir şênîya Kurdistanê koçbar bû. Jin û zarên wan ketin kemîna fihûş û esrarê li metropolên Tirkan, bûn parsek. Kî ne berpirsîyarên van bênamûsîyan?
Dewleta Tirk û çeteyên wê ne. Li ser sûc hatine girtin. Lewma ketine nava panîk û telaşê.
Ev panîk û telaşa wan badûhewa ye.
Kurdistan ê qezenc bike!
Ji bo ku parçeya herî mezin bakûr ji destê wan derneyê her hîlle û sextekarîyê dikin. Ji ber tinebûna dewleteke neteweyî ya Kurdistanê, bandorên xwe yên li ser Îmralî û li ser dewleta başûrê Kurdistanê her carê wek gefpêdan dişidînin. Ji alîyê din va jî çeteyan organîze dikin û bi wan hêrîşên hovane dixwezin pêş li azadîya rojava bigirin, ku çê xirab derketîye holê.
Di vê keysa zêrîn a dîrokî da ku ji bo azadîya Kurdistanê derketîye, ji heman demê bêhtir li dor berjewendîyên neteweyî yên gel, pêdivî bi yekîtîyê heye. Pêdivî bi yasayên neteweyî heye ku hemû partî û serokên wan, sazî û rêveberên wan, hemû gel li hember wan yasayan berpirsîyar bin, ne li hember yasayên dagirkeran. Yan jî soz û gotinên partîyan.
Hemû partî û sîyasetmedarên Kurd zûtirîn dem xwe ji bandora dagirkeran rizgar nekin, ew ê jî biqasê dagirkeran gunehkar bin, di domdarîya statûya benîtîyê da.
Amadekirina Kongreya Netewî ya Kurdistanê gaveke gelek girîng e di vê pêngava dîrokî da ku yekem car parçeyên Kurdistanê dê bigîhên hev.
Hêvî dikim ku her carê neyê bi paş va xistin û xwe ji sîya dewletên dagirker rizgar bike!
Ku Kurdên di bin xizmeta dewleta dagirkerên tirk da jî, her carê nebêjin;
“sayin cumhurbaşkanim” û “sayin başbakanim”!