AVESTA KURD - Ji bo ku ji nêzîk ve li ser kar, xebat û projeyên kampa nû a zanîngeha Soranê agahdar bibe, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê serdana zanîngeha Soranê kir û ji aliyê serok û mamosteyên zanîngehê ve hat pêşwazîkirin.
AVESTA KURD / Aktorê navdar, produktor û komediyen ê Fransî Jamel Debbouze ku bi eslê xwe Mexribî ye, di Fête de l'Humanite (Cejna Mirovahiyê) derket ser dikê. Debbouze, dema derket ser dikê di destê wî de posterekî rêberê PKKê Abdullah Ocalan hebû.
AVESTA KURD - Sekreterê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê Mistefa Cuma ragehand ku rewşa Rojavayê Kurdistanê ji rewşa navçeyên din ên Sûriyê xirabtir e û evna jî bi tevger û helwêsta PYD’ê ve girêda û got: ‘’PYD dijayetiya hemû kesekî dike ku wek wan nefikire.’’
Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Basê, Sekreterê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê Mistefa Cuma ew hemû tohmet red kirin ku medya PKK û PYD’ê dixin stoyê wan.
AVESTA KURD - Asayîşa ser bi PYD ve, li ser sînorê rojava û başûrê Kurdistanê 30 endamên Yekîtiya Ciwan û Xwendekarên Demokratî Kurdistanî-Rojava girtin û ew birin asyîşa Dêrîkê.
AVESTA KURD - Televîzyona Rûdaw, ku ev nêzîkî 4 mehin dest bi weşana xwe kiriye, bûye kanal kurdî ya ku herî zêde di nava Kurdan de tê temaşekirin. Her wiha ew ji kanal û medyaya cîhanêre bûye çavkanî jêder.