Spor ji bo diranan gelekî baş e
AVESTA KURD /Li gora lêkolîneke zanîngeha Hannoverê, li Almanya spora zêde dibe sedema ku diran saxlem bimînin.
Êdî pencereyên me bi kurdî vedibin
Sî û Sê Pencere ji refên Zehrayê di sala 2012ê de derket. Muellif Bedîûzzeman Seîdê Nûrsî(r.a), werger
Dema xwe li ser berfê dişemitand
AVESTA KURD - Pîlotê alman yê Formula 1 Michael Schumacher, ku 7 caran bûye şampiyonê cîhanê, dema ku li Fransa xwe li ser berfê dişemitand ket û di serê xwe de birîndar bû. Ew niha di komayê de ye û rewşa wî gelekî xerab e.
PYD hikûmetê ava dike
AVESTA KURD / Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kar û hewlên xwe berdewam dike ji bo projeya xwe ya avakirina rêveberiya demî ku di 12ê mijdarê de ragihandiye, bi encamp bigihîne.
Şanda BDP li Qendîlê ye
Cîgira Serokê Koma Meclîsê ya Partiya Aştî û Demokratsiyê (BDP'ê) Perwîn Bûldan û Cîgirê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Sirrî Sureye Onder çûn Qendîlê.
“Me herêmeke fereh rizgar kiriye“
Endamê Meclisa Leşkerî ya YPG’ê Hesen Qamişlo li ser operasyona li herêma Til Hemîs, nêzîkatiyê gelê herêmê û kiryarên komên çeteyên DAIŞ yê li herêmê ji bo ANF’ê axivî. Qamişlo da zanîn wan li ser daxwaza gelên herêma Til Hemîs, operasyona rizgarkirina Til Hemîs dana despêkirin û heta niha herêmek bi direj 60 km û bi firehbûna 55 km ku dinav de bi dehan gund û bajaroka Til Berek ji komên çeteyan rizgar kirine.
Malpera Lêkolîn min ji kuştinê re dike hedef
Ev demeke malpereke anonîm ku nav li xwe dike Lêkolîn, ku goya malpera navendeke lêkolînên stratejîk e, bi navên xeyalî, bêbextî, derew, fitne û fesadiyan belav dike. Êrîşî çep û rast dike û di nava şev û rojekê de, pir bi zanebûn, hinek kesên ku ji xwe re kirine hedef, wan weke xayîn û ajanên dewletan bi nav dike.
Nivîsa Paşa Amedî
Xwedê Teala mirov afirandiye û di mirov de aqil, ziman û gelek hest tê de civandiye. Ziman dayîna Xwedê ye. Mirov çawa ku bê xwarin nikare bijî, bê ziman jî nikare bijî.
Altan Tan bi gotinên tund serokwezîr rexne Kir
Tan bangî Serokwezîr Erdogan kir û got, “Ger tu mafdar be , dê pak bibi, lê ger tu bêmafdar be , dê hesabê bidî.”