Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê têkildarî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da û diyarkir ku, li rexmî tu xisûmetek ya Kurdan li gel hêzên êrîşkar nîne jî, berdewam kirina van êrîşan ‘çavkaniya xwe ji derve’ digirin. KCK’ê got: “Çi berjewendiyê êrîşkaran ji vê heye? Dijminahiyek ew qas ya li hemberî Kurdan, diçespîne ku li pişt van êrîşan Tirkiye heye.”