Pirtrûka ku Jan Dost ҫapa wê ya yekemîn sala 1995an li Şamê bi awayekî illegal weşandibû, paşê jî li Beyrûtê sala 1998an, û li Dihokê sala 2006an û cara dawî bi awayekî fermî û bi destûra wezareta ragihandinê li Şamê sala 2008an belavkiribû, niha ji hêla weşanxaneya Meqam a misrî ve tê ҫapkirin. Ҫav li rê ye ku pirtûk di meha pêşiya me de belav bibe û di pêşangeha navnetewî ya pirtûkan de li Qahireyê ciyê xwe bigre û bigihîje ber destê xwendevanan.
Hêjayî gotinê ye ku Jan Dost Mem û Zîn li kurdiya îro jî wergerandibû û şirovekiribû, û weşanxaneya Avestayê li Stenbolê ew di sala 2010an de bi sê cûreyan weşandibû. Her weha Jan Dost alîkarî dabû Sandrine Alexie û Akif Hesen di wergera firensî de jî.