Serrûpel 2013 Mijdar

Arşîva mehane: Mijdar 2013

Hinek hene naxwazin Dr. Berhem bi serkeve

AVESTA KURD / Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Berhem Salih ragehand ku wê dema du salan serokwezîr bû hinek reform kirine lê belê gelek astengî jêre hatine derxistin.

Nêçîrvan Barzanî wê hikûmeta nû ava bike

AVESTA KURD - Partiya Demokrata Kurdistanê PDK bi fermî wezîfe da serokwezîrê niha ku hikûmeta nû ava bike.

Şaredara Nisêbînê dawî li çalakiya xwe anî

AVESTA KURD - Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a 9 roj in li qada mayinkirî ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo di rojiya mirinê de ye, dê çalakiya xwe bi dawî bike û radestî gel bike.

Çima navê Kurdistan li PYD nekirin?

AVESTA KURD / Endamê berê yê Desteya Serokatiya PKKê û birayê Serokê PKKê Osman Ocalan diyar kir ku wî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ava kiriye û wiha got: “Ji bo ku rêjîma Sûriyê hêrs nebe me peyva Kurdistanê nexist nav navê partiyê.”

Serokê Huda-Par: Eger PKK êriş bike Hizbullah wê bersiv bide

AVESTA KURD / Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda-Par) ku wek partiya îslamî ya kurdî li Bakûrê Kurdistanê xwe dide nasîn, Zekeriya Yapicioglu îdia kir ku li pişt bûyera hefteya borî ya bajarê Batmanê, “PKKa kûr” heye. Yapicioglu her wiha gefa wê jî xwar ku eger êriş bidomin wê çaxê Hizbullah dê bersiv bide. Parlamenterê BDPê Altan Tan jî diyar kir ku zêdetirî salekê ye “destekî tarî” dixwaze PKK û Hizbullahê berde hevdû.

Zarokê Helebçe: “Ey Reqîb“ kifir e

AVESTA KURD - Di dema vekirina Parlamentoya Kurdistanê de li Hewlêrê, Sirûda Ey Reqîb hate xwendin, parlamenterê Komeleya Îslamî Mele Hewraman ranebû ser piyan.

Tendurustiya Yaşar Kaya baş e

AVESTA KURD - Nivîskar û siyasetvan Yaşar Kaya ku ev demeke li Almanya bajarê Kolnê di nexweşxaneyê de ye, tendurustiya wî ber bi başbûnê ve diçe.

Xelkê Efrînê li ser sînorê Tirkiyê ye

AVESTA KURD - Xelkê Efrînê li ser sînor kom bûye û li bendê ye ku derbasî bakurê Kurdistanê bibe.

Seks ligel wezîra derva ya berê ya Îsraîlê kirine

AVESTA KURD - Hate ragihandin ku wezîra derve ya berê ya Îsraîlê Tsibi Livni ji bo berjewendaiya welatê xwe seks bi gelek siyasetvanên cîhanê re kiriye.

Nivîskaran xwestin bi qaçaxî derbasî başûr bibin

AVESTAKURD - Li ser nehîştina şanda nivîskarên Kurd ji bo başûrê Kurdistanê ji bo ku beşdarên rojên wêjeya kurdî ya di navbera nivîskarên rojava û bakur de bibin, rêveberê giştî yê Deriyê Pêşabûr Şewket Berbiharî got, nivîskarên Kurdên rojava nehatine deriyê fermî û eger ew bhatibana deriyê fermê yê Sêmalka ewê derbas bibana.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com