Serrûpel 2013 Mijdar

Arşîva mehane: Mijdar 2013

Yaşar Kaya rakirin nexweşxaneyê

AVESTA KURD - Nivîskar, siyasetvan û serokê berê yê Partiya DEP û sernivîserê rojnameya Gundemê ku li Istanbolê derdiket, Yaşar Kaya li Almanya li mala xwe nexweş ket û kesek pê nehesiya.

Sola stranbêjên Kurd di pencerê re avêtiye

AVESTA KURD - Omer Silêman, bi eslê xwe Ereb e, lê di nava Kurdan de jiya ye, jiyana xwe bi Kurdên parêzgeha Hesekê re derbas kiriye. Vê vîdyoya wî di demeke kin de rekor şikand.

Komîteya Amadekar ya Kongreyê dîsa dicive

AVESTA KURD - Jêdereke nêzîkî Kongreya Amadekar ya Kongreya Netewî ji AVESTA re ragihand ku Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî wê roja yekşemê 10.11.2013 li Hewlêrê bicive.

Dirêjiya simbêlên wî 130 sentîm in

AVESTA KURD - Mam Husên (Bavê Şiwarb) ku ji qezaya Soran a ser bi parêzgeha Hewlêrê ye bi metreyek û 30 santîmetre simbêl dixwaze bikeve kitêba Guinness World Records û wiha dibêje: ‘’Kêfa min gelekî ji simbêlên min re tê û hemû Kurdistanê jî bidin min wan jênakim.’‘

Agahiyên nû li ser xwekuşan

AVESTA KURD / Li gorî agahiyên Rûdawê ku ji jêderekî ji Asayişa Herêma Kurdistanê bidest ketine, kembera bombekirî ya ku biryar bû xwekujê sûrî li nav Asayişa Akirê de biteqîne, beriya xwekuj derbasî nav Kurdistanê hatibû kirin û li nêzîkî qezaya Berdereşê ya Dihokê hatibû veşartin lê hêzên ewlehiyê zû dibînin û pûç dikin.

Kurdek bû serfîrê Opozîsyona Sûriyê li Almanya

AVESTA KURD - Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Itîlaf) berdevkê Kutleya Kurdî di Itîlafê de, Dr. Besam Abdullah kir sefîrê xwe li Almanya. Dr. Besam Abdullah ji Kurdên Hesekê ye, li Şamê bijîşkî xwendiye û niha li nexweşxaneyeke Berlînê li Almanya weke bijîşk kar dike.

“Hêvî dikim guh bidin şîretên me”

AVESTA KURD / Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzaî diyar kir ku PYD li Sûriyeyê dest datîne ser cihên ku kurd lê dijîn, bi vî awayî desthilatdariya xwe pêk tîne û zilm û zordariyê li partiyên din dike.

2 Terorîst li Kurdistanê hatine girtin

AVESTA KURD -Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê girtina du ‘terorîstan’ ragehand ku dixwestin baregahê Asayîşa Akrê ser bi parêzgeha Dihokê biteqînin.

PDK Nêçîrvan baştirîn kes ji bo postê serokwezîr dibîne

AVESTA KURD / Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî ragehand ku PDK naxwaze aliyên mixalefetê piştguh bixe û dê ligel wan gotûbêjan bikin heta dighin rêkeftinekê û got: ‘’Ji postê serokwezîrê dahatû yê Kurdistanê jî Nêçîrvan Barzanî hêjatirîn kes dibînim.’‘
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com