Serrûpel Berhemên Nû Êdî pencereyên me bi kurdî vedibin

Êdî pencereyên me bi kurdî vedibin

Belav bike

 

Metînê K.DILXÊRÎ, sererast û arîkarî Nevzat EMİNOĞLU, hemû mealên ayetan Mihemedê KOXAKÎ.

 

Ev Rîsaleya Peyva Sî û Sê, hebûn û yekitiya Xweda bi sî û sê pencere ve ango bi delîlên sî û sê ve vedibêje. Li hember xwe kesekî bi manewî ku Xweda înkar dike tê ferz kirin û ligel wî hatiye axavtin. Lêbelê ders ne tenê li ser ew kesekî Xwedê nenas hatiye honandin,  wekî din li ser mûmînên xwendevan re jî hatiye gotin.

 

Lewre Sî û Sê Pencere ji bo her du alî re jî hatiye çêkirin. Kesên ku bi bawer û nebawer in jî dikarin ji vê pirtûkê istîfade û sûd werbigrin. Jixwe piştê risaleyê gotara Ustaz weha ye;

 

“Ev Peyva Sî û Sisêyan a ku Sî û Sê Pencere ye, kesê ku îmana wî tuneye, înşeallah wî tîne îmanê. Kesê ku îmana wî lawaz e, îmana wî qewîn dike. Kesê ku îmana wî qewîn û teqlîdî ye, îmana wî dike tehqîqî. Kesê ku îmana wî tehqîqî yei îmana wî berfireh dike. Kesê ku îmana wî/wê berfireh e, ji hêla merîfetullaha ku medar û bingeha tevekê kemalatên heqîqî ve, wî/wê bi pêş dixe û dîmenên nûrantîr û ronaktir nîşanî wî/wê dide. Ji ber hindê, tu nikarî bibêjî: ‘Pencereyek besî min e.’ Ji ber ku qeneet ji eqlê te re çêbibe û para xwe  girtibe jî; qelbê te jî para xwe dixwaze, ruhê te jî para xwe dixwaze. Heta xeyal jî para xwe ji wê nûrê dixwae. Ji loma her pencereyek, xwedanê kêrdarên cuda cuda ne.”

 

Gelo Bedîûzzeman çima biwêja “pencere” bi kar anî ye? Sedema hikmeta wê difirkirim ew wate tê bîra min; pencere, kulek, bace û şibak hem ji bo nêrîn û temaşakirina derveyê ye û hem jî danûstandina hewayê ye. Di vê derê de jî ji hêla sî û sê pencereyê temaşakirina berhemên Xweda û bi her pencere ve delîla yekitiya Xweda pesend dike. Ango bi wan pencere ve berhemên Xweda nêzî bawermendan û nebaweran re dibe.

 

Digel vê yekê ew sî û sê pencere tevafûqa hejmarên tesbîhatê jî dike.

 

Metînê Kewê DILXÊRÎ

01.11.2013

21:28