Di teqîna Qamişlo de 8 kes hatine kuştin
Îro grûpeke çekdar êrîşî otela Hedaya li bajarê Qamişlo kirin û xwe têde teqandin.
Nûçe ji TRT-6 hatine rakirin
Pevçûna navbera AKP û Cemaeta Fethûllah Gulen de, xwe li TRT'yê jî da der. TRT Şeş a di Çileya 2009'an de dest bi weşanê kir, piştî operasyona 17'ê Kanûnê personelên nêzî Cemaetê ji kar derdixîne. Di çarçoveya operasyonê de dawî li karê 70 personelên TRT Şeş hat anîn, cihê 8 muduran jî hat guhertin. Li dû tasfiyeya li TRT Şeşê, portala nûçeyan a kanalê ji weşanê hat rakirin.
“Sîstema me ya saxlemiyê faşil e”
Li bajarê Hewlêrê, îro roja duşemiyê 10ê adarê, bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê peymana berheanîna dermanan navbera kompaniya Awamedica a herêma Kurdistanê û kompaniya Sanofî a Fransayê hat îmza kirin.
Çima dest serokatiya PDK kişand?
AVESTA KURD / Edhem Barzanî di rûpela xwe ya Facebookê de, destjikarkişandina xwe, ji raya giştî eşkere kir.
Li Sûriyê 6 mîlyon zarok ziyan dîtine
AVESTA KURD - Di nav pevçûna li Sûriyeyê ya ku 3 salane dewam dike de 6 milyon zarok, ên ku temenên wan di navbera 0-18 de diguhere zirar dîtin.
Eger Kurd federasyonê bixwazin!
AVESTA KURD - DI vê hevpeyvîna xwe de ligel televîzyona Rûdaw, ku rojnamevan Dilbixwîn Dara pêre çêkir, serokê Encumena Niştimanî ya Sûriyê George Sebra behsa nêzîkbûna Opozîsyonê ji mafê gelê Kurd li Sûriyê dike.
Îro salvegera koça Mihemed Şêxo ye
Hunermendê kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li başûrê rojavayê welêt, li gundê GîrbanînaQamişloyê tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e.
Eger Ewropa derziyê bixe çavê Rûsya!
Gava mirov dibêje Ewropa Elmanya tê ber çavên mirov. Heger Elmanya bixwaze tedbîrên giran, ambargoyên hişk di meseleya Ûkrayna de li hember rûsan bikar bîne, berî ziyanê bide rûsan wê bide xwe bi xwe. Nêzîkî 40% gaza Elmanya bi Rûsya ve girêdayî ye û ti altêrnatîvên wê wekî din tine ne ku hema di navbera îro û sibe de ji devereke din wergire. Û ji nîvê pitir ê vê gazê li ser Ûkrayna re derbas dibe. Heger gelek hişk li ser rûsan de biçe, wê weke Nesredîn Xoca dara di bin xwe de bibire. Ev e sedema ku rêberên Ewropa li Brûkselê tenê çend tedbîrên nerm li hember Rûsya girtin, û ji vê wirdetir jî nikarin biçin.
Êdî xelasiya Schumacher tune ye
Rojnameya înglîzî Daily Mirror nivîsand ku êdî xelasiya Formula 1 yê Alman Michael Schumacher, ku li Swîsere li Alp di dema spora Sky de, li kevirekî ketibû û birîndar bûbû, tune ye.
Serokwezîr dest avêt dosya “Helîma“ û “Şilêrê“
AVESTA KURD / Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê biryar da ku, lêkolîn li ser dosyeya kuştina her du xûşkan Helîma û Şilêrê dest pê bike û ji bona vê yekê komîteyeke taybet hat pêkanîn.