Dahata Mondiyalê eşkere bû
AVESTA KURD - Wezareta turîzmê ya Brazîl dahata Mondiyala 2014 eşkere kir. Li gor daxuyaniya wezaretê, 900 hezar kes ji bo Mondiyalê çûne Brazîl, û serdana bajarê Rio de Janeiro kirine, û qexenca madî jî 2 mîlyar Dolar bûn.
Tirkiyê rê vekir Gerîla derbasî Kobanî bibin
Ji bakurê Kurdistanê gerîlayên Kurd yên di nava PKK de, bi çekên xwe ve, tevlî hinek xelkê din yên sivîl, ji bakurê Kurdistanê sînor derbas kirin û gihiştine Kobanî. Ev li ser banga serokê PKK Abdullah Ocalan û serkirdeyê PKK Murat Karayilan pêk hat. Wan ji bo parastina Kobanî ji çekdarên DAIŞ li Kurdan banga Seferberlikê kiribûn.
“Li ser peran Free Kurdistan binivisînin“
AVESTA KURD - Ji bo piştgiriya avakirina dewleta kurdî û serxwebûna Kurdistanê, hunermendê Kurd Bedîl Îbrahîm, dest bi kampanyeke balkêş kir. Dibêje li ser pereyên di destê xwe de binivisînin "Free Kurdistan" (Azadî ji bo Kurdistan).
Shakira bi serxwebûna Kurdistanê re ye
AVESTA KURD - Li gor fotografê Kurd Siwar Mame Xêlanî, stranbêja Emerîka Latînî ku eslê wê Libnanî ye, Shakira piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike.
300 kesan sînor derbas kirin û tevlî YPG bûn
Li gor ajansa Firat ya nêzîkî PKK welatiyan li gundê li ser sînorê Ziyaretê (navçeya Bêrecik a Rihayê) çalakiya nobetê didome. Li ser sînor hejmara welatiyan her ku diçe zêde dibe, şevê din ji temenên cuda nêzî 300 welatî, sînor li holê rakirin, tevlî YPG û YPJ'ê bûn.
“Heval Îsa“ niha wenda ye
AVESTA KURD - Serkirde û fermandarên ku karêbarên rojavayê Kurdistanê bi rêve dibin, hema hema hemû ji bakurê Kurdistanê ne û ji alyê Qendîlê ve hatine wezîfedarkirin.
Kesê bi navê "Heval Îsa", fermadarê Asayîşa Kobanî tev bû. Ew niha tê tewanbarkirin ku pêwendiya wî bi çekdarên DAIŞ re hebû ye û wî 5 girtinê DAIŞ yên di zindanên Kobanî de dane revandin.
Kursa kurdî li KOMKAR- Berlînê ket sala 8´mîn
Ji bo dawîya sala heftemîn a kursa kurdî li baxçeya avahîya Komkar a li Berlînê şahîyek hat li darxistin. Şagirt û mêvanên vexwendî bi xwarin, vexwarin û muzîka kurdî şahîyeke xweş û asûde derbas kirin di dema şahîyê da.
ENKS li Kobanî hêzeke eskerî ava dike
AVESTA KURD - Li Kobanî, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li derveyê YPG, hêzeke eskerî ji xelkê amade dike ji bo ku bikaribin herêma Kobanî ji êrîşên terorîstî biparîzin.
Serok Barzanî gihişte Enqerê û ligel Gul civiya
AVESTA KURD - Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda ligel wî li Enqerê li koçka Çankaya ligel serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul civiya.
Di civînê de, wezîrê navxwe Kerîm Sincarî û berdevkê wezareta pêşmerge Cebar yawer amade bûn.