AVESTA KURD - Almanya biryar da ku 3 gemî çekên modern bide pêşmerge û di nava wan de çekên li dijî tankan MILAN jî hene. Almanya wê 30 MILAN bide herêma Kurdistanê. MILAN çekeke li dijî panzer û tankan e, gelekî modern e, dikare bi şev û roj bi dûriya bêhtirî 3 kîlometran tankan bişewitîne. Ew çek ji aliyê Frensa û Almanya ve hatiye çêkirin. Piştî ku nîşan hate girtin û hate avêtin, tank çiqas hereket bike û cihê xwe biguhere jî, ew digihê hedefa xwe û tankê dişewitîne.