Nûçeya AVESTA di medyaya Ermenî de
AVESTA KURD - Nûçeyeke malpera AVESTA KURD, ya di derbarê Xelîfeyê DAIŞ de di medyaya Ermenî de hate weşandin. Nûçe li ser jiyana rêberê DAIŞ Abu Bekir El Bexdadî ye.
Pêşmergeyan Rebîeya Musilê ji dest DAIŞ girtin
Piştî operasyoneke berfireh Hêzên Pêşmerge karîn devera Rebîeyê ya Mûsilê bi temamî kontrol bikin. Hêzên Pêşmerge dibêjin, em heta Şingalê nasekinin.
Salih Mislim li Fînlanda iltîca kir
AVESTA KURD - Hevserokê PYD Salih Mislim, ev demeke dirêje li Ewropa ye û ji Kobanî bi dûr ketiye (ew bi xwe ji Kobanî ye, ji gundê Şêranê ye). Wî li Danîmarka û çend welatên din serî li penaberiyê da, lê hate redkirin. Piştre li Fînlanda serî li iltîcayê da, li wir mafê penaberiyê dane wî, niha îqama wî ya fînlendî heye.
Yek ji wan kesên ku li Fînlanda iltîca kirine Sînem Mihemed e, ew jî hevseroka Meclîsa gel e.
Kobanî: Topbarankirina DAIŞ li Hewlêrê tê plankirin
AVESTA KURD - Li Hewlêrê niha maseyeke krîzê û operasyonên Emerîka-Hêzên Hevpeyman-Pêşmerge bi hev re bi awayekî hevbeş hatiye avakirin. Gelekî êrîşên li dijî DAIŞ û operasyonên cida ji Hewlêrê têne îdarekirin.
“Kurdên Sûriyê dostn me yên dîrokî ne“
AVESTA KURD - Cîgirê seorkwezîrê Tirkiyê Yalçin Akdogan, li Mêrdînê ji Kurdên rojava re axifî û got. "kî bi kê re peymanan çêbike jî, bila çêbike, lê Kurdên Sûriyê dostên meyên dîrokî ne..."
Akdogan got, emê xwedî li we derkevin, em dostên hev in û em pişta xwe do rojên teng de nadin we...
Xelid Enizî (Rûsî) li ser destê YPG hate kuştin
Berpirsiyarê YPG Polat Can, li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsand, ku YPG li Kobanî Xalid Enizî kuşt. Wî li Şengalê jî gelek kes kuştibûn...
Gelê Kobanî alîkarî wergirt û spas kir
AVESTA KURD - Hevseroka Meclîsa Gel li Rojavayê Kurdistanê Aîşe Efendî, beşdarî programeke weşana zindî bû, di Ronahî de, li ser Kobanî û wiha got: Em ne muhtacî nanê Barzanî ne, bila ji me re xwarinê neşîne, rabûye sûretê Barzanî li xwarinê xistiye û ji me re dişîne, em nanê wî naxwazin..."
Îro 28.09.2014 ev gund hatine bombebarankirin
Kobanî: Balafiran îro Til Xezal, Qişlê, Talik, Cadî, Berxbatan, Mezrê, Sofiyan û Tilhacib
Ergoşî: Serokwezîr li Tirkiyê beşdarî foruma aborî dibe
AVESTA KURD - Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîr Nêçîrvan, Samî Ergoşî, di daxuyaniyeke rojnamevanî de got, wê îro roja yekşermê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, biçe Tirkiyê û li wê derê beşdarî Foruma Aborî ya Navdewletî bibe.
Di wê Forumê de, wê ji seranserê cîhanê, serokdewlet û karsazên mezin beşdar bibin.