Belkî we ji nûçeyan bihîstibe; berîya çend hefteyan peyka bi navê „Rosseta“ ya ajansa fezayî ya Ewropayê ESA, ji bo lêkolînên gerdûnî li ser stêrka Gerasimenko/67Pyê danî.
Rosseta di sala 2004 an da hatibû şandin. Piştê deh salan û bi rêwîtîyeke nîv mîlyar kîlomêtro dûr ji cîhanê, li dawîya vê sala 2014 an xwe gîhande Gerasimenkoyê.
Fotograf û sînyalên ku Rossetayê ji stêrkê şandibûn stasyona ESAyê, hêvî û heyecaneke mezin da cîhana zanistîyê.
Herwiha peyka NASA ya Amerîkayê „Mars Rower“ ku berîya çar salan hatibû şandin, li van rojên dawîyê ji zemînên hesara Marsê fotografên balkêş şandin navenda NASAyê. „Rower“ berdewam e li xebatên xwe yên li ser vê hesara sor.
Wisa jî NASA amadeyîyan dike, daku astronotên xwe bişîne Marsê ji bo lêkolîn û encamên hîn berfirehtir.
Cîhan bi têra xwe pîr bûye.
Nemaze barên giran ên ku mirov lê kirine, cîhana me êdî nikare rake. Zanistîya fezayê li hêvîyeke herî biçûk digere, gelo wê jîyan hebe ji bo mirovahîyê di quncekî tarî ya fezayê da?
Yanê zanistî li ronahîyê digere di tarîtîyê da.
Ev her du pêngavên dawî yên dîrokî yên fezayî, berdewama pêngava çûyîna hîvê ne û biqasê wê girîng in.
Dema Nil Amstrong di sala 1969 an da bi peyka Apollo-11 li ser hîvê danî, ol-dîn û bawerîyên tûndrew bawer nekirin. Bi taybet jî îslamîstan li pey hev „tobe û estexfirûllahan“ dianîn, „tekbîr û selewatan didan.
Hîn jî bi van pêşketin, kar û xebatan bawer nakin û wek „karên li dij xwedê“ bi nav dikin. Her çiqas li xwe mikur neyên jî, serî li dîn û bawerîyan jî digerîne ev pêşketinên fezayî. Wan gêj û mat dike.
Tenê pêşketinên fezayî?
Naxêr di hemû herêmên jîyanê da mirovahî zanist û teknîkê bi lezeke sergerîn bi pêş va dibe. Her roj geşepêdaneke nû li yên din zêde dibe.
Teknîkên mekanîk, elektronîk, telekomînîkasyonê, teknîkên bijîşkî, tendirûstî û genolojîyê, teknîkên robot û kompûterê wisa bi pêş dikevin, ku meriv êdî nikare bişopîne. Heta pêşketinên teknîka robot û kompûteran ketîye pêvajoyeke wisa bi lez, ku metirsî heye ji kontrola mirov derê..
Ev hemû pêşketinên teknîkî û zanistî li kuderê çêdibin, pêk tên?
Li welatên pêşketî yên rojava mîna USA, Almanya, Ingilistan, Frensa û yên Ewropayê. Pêşketî yên mîna Rusya, Japonya, Çîn, başûrê Koreyê, hetta qisimen li Hindistanê.
Çima?
Çimkî wan welatan destên „kor û tarîtîya“ ol û bawerîyên xwe ji mêj va ji rêveberîya civak û dewletên xwe bi dûr xistine. Yanê dînên xwe xistine mûzexaneyan.
Lê li welatên îslam?
Mûzexaneyan girtine „dînan“ berdane çolê.
Ji bo xwedêyê ku ew pê bawer dikin, hun dikarin biqasê serê derzîyê pêşketineke zanistî û teknîkî nîşanê min bidin, ku li wan welatan pêk hatibe.
Ji xeynê bikaranîna berhemên zanistîya rojavayî ji aspirîn heta balafirê!
Îslam ji A heta Zyê dînekî erebî ye. Ji salên destpêkê heta îro tirs, nezanî û hovêtîya çolê di nava cûrbecûr kirasan da kirîye qedera milletan.
Qet bila kes ranebe sûcê kevneperestî û paşdamayîna xwe nexe stûyê welatên rojava û USAyê û di ser da jî bi çalakîyên xwe yên bêhêvî û terorîst li xirabkirina wan welatan jî negere..
Ka cerek li xwe vegerin û bipirsin, „ev 1600 sal in ev welatên rojhilat, ku zemanekî welatên şaristanîyê bûn, niha çima kavil û xirabe ne?
Çend kevirên ku mane jî di van salên dawîyê da bi destên çeteyên mîna ELQAÎDE, DAIŞ û BOKUHERAM ji hev dixin. Li alîyekî tirs, nezanî û tarîtîya ku bi dîn miletan xistine navê, li alîyê din talan û yexmeya desthilatdaran zemîneke pir guncav afirandîye ji bo derketina wan çeteyan.
Ne tenê li mizgeftên welatên rojhilat, li yên rojava jî: Heta li Berlînê 80 mizgeft hene ku piranî yên cemaatên tirk-îslam in, belkî rojê 80 car tirs û nezanîyê, helalbûna mal û namûsa „kafiran“ telqîn dikin.
Koçberên rojhilatî ku jixwe mîna gêjan hatibûn Ewropayê, bi rêya van hîpnozên dînî û bi sozên gihîştina “bihûşt û horîyan” dubare sersem û gêj dibin li wan mizgeftan. Ser li wan digere. Îcar ne seyir e, ku ev sersem û gêj li dîroka reş vegerin ser jê bikin, mal û namûsa cîranên xwe yaxme û paymal bikin. Zemîn guncaw e. Derfet û serbestîyeke mezin ji bo wan hatine dayîn.
Berê min jî digot ev “dîn” meseleyekî hessas e divê meriv zûbizû dest mediyê.
Lê ne wisa ye! Çiqas bêdeng bimînî, dest mediyê, ewqas di nav nezanî, reşetarî û xurafeyan da winda dibî. Dibî mirîyekî zindî, yan jî dînekî bi rêbaz, bi dûa û qaîde.
Dîn rêbaz û fîlozofîya dînan e.
Herçiqas „biaqilên“ mîna Ibnul Haldun, Seîdê Nûrsî, Elî Şerîatî derketibin û xwestibin dînê bikin felsefeya biaqilan, eşkere ye ku nekarîne. Vana guman nekirin, pirs nekirin: Gelo, çima, çawa? Yan jî bi pirsên çewt gihîştin bersîvên şaş.
Ji roja ku jîyana mirovahîyê dest pê kirîye li ser vê cîhanê heya îro, ya ku vê jîyanê bi pêş va birîye û geş kirîye; guman e, pirskirin e. Ne ku dîn, îdeolojî û tundrewî ye.
Milletên rojhilat ji destê „dîn“ jîyan û pêşerojê ji dest berdabin, me Kurdan hem jîyan û pêşerojê û hem jî welatê xwe ji dest berdaye.
Di nava xurafeyan da digevizin em, ji bakûr heta rojava, ji rojava heta başûr. Ew terîqet û cemaetên xurafe mîna zîroyê xwîna mê dimijin. Rewşa me ji ya cîranên me hîn kambaxtir e.
Bi hêvîya salên bêxûrafe!
Sala we ya nû pîroz be!
E. Dirêj