Cihê kêfxweşiyê ye ku têkiliyên neragihandî di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, bi taybetî di aliyê aborî de, pirr xweştir in ji têkiliyên ku bi rengekî eşkere di navbera van herdu aliyên Kurdistanê de tên dîtin. Ev ji bo hemû kesên ku bi giringî li dirustkirin û bihêzkirina têkiliyên siyasî û aborî di navbera parçeyên Kurdistanê de dinêrin, cihê kêfxweşiyeke mezin e.
2 zarokên ji Hindistanê, li parêzgeha Çattîsgar 2 zarokên hem cêwî hem jî bi hev ve zeliqandî hene, her du jî 12 salî ne, Şivanath û Şîvram, kêfa wan gelekî ji hev re tê, naxwazin ji hev cuda bibin, dibêjin heta mirinê jî ew dixwazin bi hev re bin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di civîneke çapemeniyê de got, piştî 3 rojan ji hevdîtinan wan li hev kirin. Her du aliyan li ser şandina butçeya Kurdistanê û şandina petrolê li hev kirin.
Ji aliyê Civaka Kurd li Elmanya (Kurdische Gemeinde Deutschland) û Civaka Kurd li Fulda Konserteke Nîzamettîn Arîç ji bo piştevaniya Kobanî û Şengalê tête lidarxistin.
Hunermendê navdarê kurd Ciwan Haco di klîpa xwe ya herî dawî de ku li ser Pêşmerge çêkiriye, behsa yekîtiya netewî ya kurdan dike. Ciwan Haco li ser vê yekê ji Rûdawê re got, Pêşmerge sembola kurd û Kurdistanê ye ji ber wê jî ez lazim dibînin bi hunera xwe xizmeta Pêşmerge bikim.