Bi hev ve girêdana parçeyên Kurdistanê di aliyê têkiliyên aborî de, encameke pirr giring û erênî dide, nexasim ji bo nehiştin yan kêmkirina nakokiyên siyasî û nakokiyên di navbera partiyan de.
Vêga di pratîkê de nexşe û sînorên “Sykes-Picot” li Sûriye û Iraqê hatine şikandin. Sûriye û Iraq li ser sê navçeyên Kurdî, Sunnî û Şiî – Elewî li Sûrî – dabeş û parçe bûne. Ev parçebûn gihîştiye astekê ku îro nakokî û xwîna ku di navbera navçeyên Sunnî û Şiî de heye, pirr zêdetir e ji nakokî û xwîna ku di navbera Kurdistanê û navçeyên erebnişîn ên Sûrî û Iraqê de heye.
Ji bo Kurdistanê jî vê parçebûnê cûrekî hevgirtinê di navbera du aliyên Kurdistanê de aniye holê. Eşîr û malbatên ku di navbera Başûr û Rojava û her wiha Bakur û Rojavayê Kurdistanê de belav bûne, nîşana bi hêsanî hevgirtina parçeyên Kurdistanê nîşan didin.
Li Bakurê Kurdistanê, li pirraniya bajaran, cûrekî desthilata gelêrî ya kurdî heye. Lê li Başûr bi tevahî û li Rojavayê Kurdistanê jî desthilatdariyeke kurdî li holê ye. Vê yekê yekbûna Başûr û Rojavayê Kurdistanê pirr ji rastiyê nêzîk kiriye, çimkî pirraniya şîrovekarên navxweyî û biyanî di wê baweriyê de ne ku Sûrî û Iraq nikarin careke din bibin xwedan sîstem û pergala navendî ya berê.
Di rewşa herî xirab de jî (nisbetî kurdan), Sûrî û Iraq nikarin ji federaliyê kêmtir bên birêvebirin. Lewra dirêjkişandina vê serxwebûna de facto ya Başûr û Rojavayê Kurdistanê, eger di encamê de bi dewletbûnê jî bidawî nebe, lê bi kêmanî wê çend salên din jî dom bike.
Li Sûriyê artêşeke Sûrî ya bi pêkhate û di pratîkê de Elewî li hember Sunniyan şer dike. Li Iraqê jî artêşeke Şiî serdest e. Modela Îranê jî li Iraqê tê cîbicîkirin. Mîlîs û komên çekdar ên Şiî li ser modela Hêza Besîc a Îranê tên çêkirin. Ev beloqbûna cudahiyan, bi ti hawî nahêle dewleta Iraqê wek ku di sedsala borî de hebû, dîsa dirust bibe.
Hilweşandina Dewleta Osmanî bi plana dewletên Rojava û bi destê Ereb û gelên Misilman ên navçeyê, bêhtir di encama dîtina petrolê û riyên guhastina petrolê de bû. Kurdistan jî bû qurbaniya vê plana wan.
Vêga ku sînorên Sykes-Picot di hilweşandineke siruştî de ne, ji ber redkirina wan ji hêla gel, pêkhate û welatên navçeyê; Kurdistan dikare di aliyê peydakirina enerjiyê û riyên guhastina wê de, bibe çavkanî û welatekî pirr giring bo Ewropaya Rojava. Bi taybetî ku petrol û xaza yedek ku li Kurdistanê hatiye dîtin, nexşeya enerjiyê li dinyayê guherand. Giranbûna bihayê bermîleke petrolê bi 66 sentan li bazarên dinyayê, di encama teqîna Hewlêrê de, ev rastî bi zelalî nîşan da.
Di vê delîvê de, Rojava û Başûrê Kurdistanê dikarin di gellek aliyan de hevdu bikemilînin. Başûrê Kurdistanê, herêmeke qebûlkirî ye li ser asta cîhanê. Piştî şerê DAIŞê jî, ji hêla cîhanê pirr baştir tê dîtin. Herwiha têkiliyên wê yên siyasî û dîplomatîk jî di encama têkiliyên wê yên aborî de, bi awayekî berdewam zêdetir û geştir dibin.
Rojavayê Kurdistanê wek herêmeke nenaskirî û statûyeke nediyar li ser asta siyasî, pêwistiya wê bi van têkilî û pêwendiyên Başûrê Kurdistanê heye da bikare bi cîhanê re bide û bistîne û reftarê bike. Herwiha da ku berhemên xwe, di serî de jî petrol, ji firotina bi talanî rizgar bike ku neçar e vêga petrola xwe bi vî rengî bifroşe. Têkiliya di navbera van herdu beşên Kurdistanê de, hevdu kemilandineke siyasî û aborî jî di navbera wan de peyda dike.