Serrûpel 2015 Şibat

Arşîva mehane: Şibat 2015

Nêçîrvan Barzanî gihişte Hewlêrê

AVESTA KURD - Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî piştî ku li Dubey beşdarî Lutkeya Hikûmî bû, û di nava 93 serkirdeyên dewletan de cih girt, vegeriya Hewlêrê. Di serdana xwe de ya Imaratê de, Barzanî gelek hevdîtin ligel gelke serkirde û rêberên dewletan pêk anîbû.

Birayê Şivan ne namzetê AKP ye

Di daxuyaniyeke çapemeniyê de ku kopiyek jê gihişte AVESTA, birayê hinermend Şivan Perwer eşkere kirk u ew ne kandîdê AKP ye û nûçeyên ku dibêjin ew ji bo hilbijartinên parlamentoyê bûye kandîdê AKP yê Riha yê, ji rastiyê dûr in.

Serokê Frensa pêşwaziya PYD û fermandara YPJ kir (FOTO)

Serokê Frensa Hollande, li qesra Élysée li Parîsê pêşwaziya hevseroka PYD Asya Ebdullah û fermandara YPJ Nesrîn Ebdullah kir.

DAIŞ ev anî serê keçên Kurd yên Êzîdî!

Keçikên êzdî yên ku ji aliyê çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) ve hatibûn revandin û pişt re ji destê wan rizgar bibûn behsa tiştê ku hate serê wan kirin.

Ahmet Ozal namzetê HDP ye

AVESTA KURD - Jêdereke nêzîkî Komîsyona hilbijartinan ya HDP (Partiya Demokratîk ya Gelan) ji malpera AVESTA re ragihand ku kurê serokomarê Tirkiyê yê 8. Turgut Ozal, Ahmet Ozal wê bibe namzetê HDP ji bo parlamentoya Tirkiyê.

Binêrin ji bo çi dest ji kar kişand!

AVESTA KURD - Birêvebirê giştî yê televîzyona RONAHÎ ku ji Belcîka bajarê Denderlew weşanê dike û televîzyoneke ser bi PYD-PKK û Tev Demê ve tê naskirin, Mihemed Miho ku di nava PKK de weke Kenan Kobanî, yan jî Heval Kenan tê naskirin, dest ji kar kişand.

Nêçîrvan Barzanî ligel wezîrê derve tê Îmaratê civiya

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û şandeya pê re, roja 9ê vê mehê ji aliyê şêx Ebdula bin Zayîd al Nihyan wezîrê derve yê Îmaratê ve hatin pêşwazî kirin.

Burkay: Di nava KCK de gelek ajanên MIT hene

AVESTA KURD - Siyasetvan û serokê berê yê HAP-PAR û PSK Kemal Burkay, li ser KCK got, ew projeyeke dewletê ye. Her wiha diyar kir ku PKK jî projeyeke dewletê bû û dewletê bi riya Ocalan û parêzerên wî KCK ava kir. Li gor Kemal Burkay, di nava KCK de gelek ajanên MIT (Istîxbarata Tirkiyê) hene.

Hûn ji Kobanî çi dixwazin?!

AVESTA KURD - Kobanî bajarekî geş bû, bajarekî dîrok bû, bajarê eşîret û mîran bû. Di destê Kurdan de bû, bajarê Kurdan bû. Kurdan nikaribû biparêzin, DAIŞ êrîş kir û di encama şerekî giran de, bi sedhezaran xelkê Kobanî yê bi nefis û xurur perîşan bû, koçber bû û bû penaber. Nêzîkî 400 gund di du sê rojan de vala bûn. Kobanî wêran bû, bû kavir. Kevir li ser kevirekî nema. Nêzîkî hezar ciwanên me şehîd ketin.

Bi tundî li hember başûr axifî

Serkirdeyê Pkk û fermandarê giştî yê HRK (Hêza PKK) Murat Karayilan daxwazeke giran ji başûrê kurdistanê kir
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com