Min nedixwest li ser vê mijarê binivîsim.
Daxûyanîya vê dawîyê ya hevbeş a berdevkên dewleta Tirk û HDPê ya bi 10 xalî ez mecbûr kirim.
Her çiqas ev deh xal di encama „danûstandinên“ dûr û dirêj wek lihevhatinek di navbera serokê PKK û yê MITê de were danasîn jî, duyemîn car eşkere ye, ku lihevhatin careke û hineke din entegrasyona Kurdan e bi wê dewleta Tirk va.
Navê wê „lihevhatin“, yan jî „pêvajoya çareserîyê“, çi dibe bila bibe, pirojeya „dewleta kûr a tirk“ e û ji bo bêçekkirinê daye pêşîya PPKê.
Ya yekem bi navên „demokratîk Tirkîyeyî, demokratîk dewlet, demokratîk netew, demokratîk welatê hevbeş“, di Newroza 2013 an de wek aveke sar bi ser agirê Newrozê da rijîya bû.
Hun dixwezin vê, wek deh fermanên Mûsa pêxember, yan jî peymaneke wisa kûr, ku tenê ehmeqên mîna min nikarin tê bigihîjin, bi nav bikin.
Ez ne şaş bim, çîrok wiha bû: Musa wan deh fermanan piştê ku xwe nas kir, ji sîstema frewinên Misrê qetîya, dûr ket li çiyayê Sînayê nivîsî û ew deh fermanên Mûsayî, gelê xwe ji zulma frewinan rizgar kir.
Bi qasê ku ez jê fêm dikim, ev deh „fermanên“ rêberê PKKê di zîndana frewinên „Tirkîyeyê“ da, bi firewinan ra hatîyê nivîsîn û gelê Kurd careke din întegreyê sîstema firewinên „Tirkîyeyê“ dike.
Pir hez dikim ku ev ramana min şaş be û trajedîyeke nû li gelê Kurd zêde nebe!
Hemû cewhera wan deh xalan ev e: „Bila yasayeke nû were çêkirin û navê Kurdan jî yek ji ûnsûrên eslî tê da cî bigire.(!)
Ma M. Kemal jî, di destpêka demezirandina „komara Tirkiyeyê“ da nedigot?: „Me komarê bi hev ra damezirandîye!“ Hasen Hayrîyan anî meclisa Tirk, heta ku hemû Kurdistanê bêçek kir û hemû hucreyên wê yên berxwedanê dagirt.
Paşê ne H.Hayrî ma li holê, ne jî navê ew ûnsûrê ku pê ra komar damezirandibûn.
Bi hokûspokûsek, yan jî bi pifdana şêx hemû firîyan, çûn.
Çi hikmetekî îlahî ne wisa?
Tirk û Kurdan bi hev ra komarê danemezirandine:
Di bin navê umetîzm û rizgarkirina xelîfeyî da bûne aletên vê damezirandinê û berdewama vê komarê.
Na heke hun rabin û rûnên bêjin me komarê bi hev ra damezirandîye, nexwe hun jî hevkarên sûcên wê dewletê ne, ku li dijê we Kurd û milletên din kirîye.
Ji H. Hayrî vir da, Kurd çi di partîyên Tirkan da çi jî di bin navên „gel“, „demokratîk“ û nizanim çi da, her bûne amûrên întegrasyonê di „parlamentoya neteweyî ya mezin a Tirkîyeyê“ da. TBMM.
Niha jî dixwezin vê întegrasyonê bi projeya HDPê derxin lûtkeyê.
Cîyekî ku pir behsa „gel“, „demokratîk“, „ol“ yan jî tiştek din li wê derê were kirin, ez ne pê bawer im, ku ew tişt li wir hebe.
HDP zend û bendan badaye, ku „Tirkîyeyê“ „mezin“ û „demokratîk“ bike. Ji bo vê mîsyona „dîrokî“ û „mezin“, stratejîsyen û baqilên civakê yên berendam pê li guhên hev dikin, daku di vê partîyê da bibin namzet ji bo vê „peywira bala“.
Ji bo parastina prensîbên M. Kemal û „komara Tirkîyeyê“ çendîn sond xwaribûn jî, çend ji wan parlamenterên bi rastî jî ku bi nîyeteke pak çûbûn wê derê, dîsa jî nekarîn ji girtin, sirgûn û heta kuştinê xwe rizgar bikin.
Li gorî vê badana zend û bendan û desteka kûr a dewleta Turk-îslamîst û Turk kemalîstan va, heke surprîzek çênebe, xuya ye HDP dê benda ji sedî deh a hilbijartinan derbas be.
Bi bilindbûna vê îhtîmalê ra hejmara sixûrên çirûsî û kesên ku ji bo berendamtîyê pê li guhên hev dikin her diçe zêde dibe di nava vê partîyê da.
Hemû qelemên kûr ên dewleta Tirk ji bo xizmeta întegrasyonê, bênavber dinivîsîn.
Ji bo asîmîle û întegrasyona Kurdan sê formên kûr ên „dewleta Tirk“ hene:
Yekem: „Îşte hakîkî Türk! kahraman Türk!: Vaye Tirka/ê resen! Tirka/ê leheng!“
Duyem: „Dogu Anadolulu Türk vatandaşi!: Hemwelatiya/ê Tirk“ a/ê ji rojhilatê Enedolê!“
Sêyem: „Türk asilli Kürt kökenli vatandaş!:Hemwelatiya/ê resen Tirk, reh Kurd!“
Ya herî sosret, rezîl û ûcûbe jî eva sêyem e.
Ji vir şûn da ew dê çawa be, em ê bi hev ra bibînin.
Hêvî dikim, ku di hişmendîya Kurdistanî da tiştên baş çêbibin ji bo vî milletê çîlekêş.
Zor e meriv li ser çarenivîsa milletkî galegalan bike û reçeteyan binivîse.
Ez vê mafê li ba xwe nabînim, di gel ku bi qasê hêza xwe di nava cefa û zehmetîya vê karê da me.
Ji bo çeleqeyan, ev karekî pir hêsan e. Ne xema wan e. Ne şerma wan e. Qirçeqirça benîştê wan e.
Bi hezaran can, cangorî bûne, xwîn diherike mîna çem, mal, welat û namûs paymal bûne. Ew dê her galegalan bikin, ji derdê giran ra dermanên sextê binivîsin di reçeteyên xwe da…
Berlîn, 04. adar 2015
E. Dirêj