Serrûpel Nivîskar Begefendîyê muzîka kurdî

Begefendîyê muzîka kurdî

Belav bike

Demên ku roj biçe ava, şereba sor a bordoyî û guhdarîya li sitran û muzîka wî xweş li hev tên. Nemaze delaleke bîst salî ya nîvê rûyê wê di tarîya porê da nepenî jî, li hember meriv be.
“Dîlber Zîn e Mem im ez. (şemamoka li nav rez, hewar çendî şirîn e, xwîn şirîn e wek helez..) Canda. Çawa tu herî min li vir bihêlî. (Ji kê ra girêdim vê xemil û xêlî..) Ku ez pir hez ji vê sitranê dikim.
Dîlber hat û dibezî. Dewetek îro li gundê me ye. Ez ê baxçekî çêkim. Histirên min dibarin. Kubar. Tu bi xwe li alîkî dunya te li alîkî ye. Rojek ji roian. Min dilek girt min dilek berda. Xwe neveşêre. Min dî zerî. Ez gelek dêşim. Rindê ma li gundê. Ya dilê xwe ji min ra bêje. Ez ji wan gewran hez dikim. Û bi dehan ên din.
Çendên gelêrî ne tê da, hemû stran û awaz ên wî ne. Ji bajarê Qamîşlokê, hunermendê evînê. Xweş li bozuka û tembûrê dixe. Gelek stranên wî ji alîyê ciwanên nûgihîştî va tên gotin û hezkirin.
Behsa Seîd Yusufî dikim.
S. Yusif bi rabûn rûniştina xwe, bi maqûlîya xwe, bi kiravat û cilên xwe yên taxim û bi centilmenîya xwe va yek ji begefendîyên muzûka kurdî ye. Ev hunermendê me gelek berhemdar û afirîner e.
Canan xanim ne tê da, lê xwezî bi wan qeşmerên TRT 6ê (alti) ra derneketa bernameyan S. Yusûf. Li giranîya wî nehatin ew bername. Hela di yek ji wan bernameyan da I. Tatlisesê dizekê muzîka kurdî, wek “împeretor” pesinand, qet xweşa min neçû.
Dengxweşî û karakter hev temam nekin huner nakemilê..
Ew sazî û têlevîzyonên partîyên kurdî jî, hetka hunermendên me yên bêalî birine. Yan tê herî pesnê serok û merokên wan bidî, sloganan biqêrî, yan jî ti şans û qedrê te tine.
Bêguman hunermendî û stranbêjî ji hev cûdane. Şansê mûzîka protest, polîtîk tine di paşerojê da. Hunera hez û evînê ku bi hostatî honandî be, nemir e.
Bi vê helkeftê dixwezim bi rêzdarî mamostayên hêja Evdalê Zeynikê, Reso, Karapêtê Xaço, Kawîs Axa, Şakiro, Hesen Zîrek, T. Tofiq, M. Arif Cizîrî, Aram Tîgran û Mehmed Şêxoyî jî bi bîr bînim.

Berlîn, 25. adar 2017
Ewdil Ararat

*Ev nivîs, di Rojnameya Kurdistanê da jî belav bûye.