Endamê konseya rêveber a KCKê û fermandarê giştî yê gerîlayên PKKê, Murad Karaylan dibêje, serkeftina kurdan li Girê Spî ne tenê derbeyek bû ji bo rêkxistina DAÎŞê, lê bi gotina wî, ew derbeyek bû li dijî hikûmeta Tirkiyê jî.
Siyasetmedarê kurd û serokê berê yê Partiya Demokratîk (DEP) Yaşar Kaya dibêje di nav kadroyên HDPê de kesên ku kedan wan di doza kurdî de nînin bi dengên kurdan bûne parlamenter û ji ber vê yekê jî dîrok dê hesabî ji HDPê bixwaze.
Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ku yek ji dezgehên siyasî yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, daxuyaniyeke dirêj ya tijî gef û gotinên ji rastiyê dûr û hûnandî li dijî Tora Medyayî ya Rûdawê belav kiriye.